Polîtîk

Kosret Resûl yan Berhem Salih

 

Careke din pirsa ka gelo piştî Celal Talebanî kî dê serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bike di rojeva başûrê Kurdistanê û bi taybetî di nav rêxistinên YNKê de gerim dibe.

Li gor hindek çavkaniyên siyasî YNK careke din Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNK tê îhmal kirin û serperiştîkirina karûbarên YNKê dikev destê Berhem Salih ku cîgirê duyem yê Celal Talebanî ye. Eger li gor pileyên hizbî be divê Kosret Resûl ku cîgirê yekem e serperiştiya karûbarên YNKê bike.

Azad Cindiyanî berdefkê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di heftiya çûyî de di dîdarekê de digel rojnameya Kurdistanî Niwê ew yek eşkere kiribû ku ji nuha û pêde Berhem Salih dê serperiştiya karûbarên YNKê bike.

Lê çavkaniyeke nêzîk Kosret Resûl ji rojnameya Hawelatî re gotiye ku piraniya kadiroyên serokatiyê û polîtbûroya û serokatî bi wê yekê re bûn ku karûbarên YNKê bikevin destê Berhem Salih ne Kosret Resûl, her çi qas Berhem Salih cgirê duyem e û ”ev yek jî wê diyar dike ku amadekarî tên kirin ku piştî Celal Talebanî postê sekreterê giştî bo Berhem Salih be ne bo Kosret Resûl be.

Arêz Ebdula endamê serokatiya YNKê li dor vê pirsê ji rojnameya Hawelatî re got Berhem Salih cîgirê sekreterê YNKê û wezîfeya wî weke serokê hikûmetê bidawî hat û dibe ku serperiştiya karûbarên YNKê bike û got: ”ji bo kongreyê gelek wext nemaye, di sala bê de dê kongreya bê saz kirin û ev pirsed ê bê yekalî kirin.”

Li gor rojnameya Hawelatî, piştî berhem Salih ji bo serperiştîkirina karûbarên YNKê hatiye diyar kirin. Kosret Resûl jî ji bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê jat diyar kirin, ev yek jî ji bo bêdengkirin û razîkirina Kosret Resûl bû.

 

Back to top button