Cîhan

Nûneratiya hikûmetê li Moskovayê bi fermî vebû

 

Felah Mistefa berpirsê peywendîyên derve yê hikumeta herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de got ku,  ji berdawamîya wê sîyaseta vebûnê li hember cîhanê û avakirina pirê hevbendîyên dostatî li ser bingeha berjewendîyên hevpişk, hikumeta herêma Kurdistanê  nuneratîya xwe li welatê Rûsya Federal vekir. 

Li gor malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê,  serokatîya civata wezîra bi fermana hejmar 1081 di roja 25.01.2012ê de û bi îmza Berhem Salih serokê hikumeta kurdistanê, Aso Cengî Bûrhan wek nunerê hikumeta Kurdistanê li Rûsya Fedral damezrandiye. 

Malpera KRG dibêje ku di çarçoveya bizavên hikumeta Kurdistanê û piştgirêdan bi şîretên Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ku, berdewam tekîdê li ser avakirina peywendîya digel welatên bîyanî li ser bingeha berjewendîyên hevbeş dike, nuneratîya hikûmeta herêma Kurdistanê li Rûsya Fedral bi fermî hat vekirin.

 

Back to top button