Kosret biryarê civîna Meclisa YNKê napejirîne

Duh Meclisa serokatiya YNKê ji bo hilbijartina hevserokên YNKê civiya. Heta hate diyarkirin ku wek hevserokên YNKê Pavel Talabanî û Lahor hatine hilnijartin. Lê pişre YNKê daxûyaniyek belavkir û got ku, heja kesek wek hevserokên YNKê nehatine hilbijartin.

Kosret Resul Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewend a YNKê nameyek ji bo Meclisa Serokatiyê rêkir û tê de daxwaz kir ku, civîna Meclisê bê rawestandin.
Kosret Resul di nameya xwe de dibêje: Agahdarkirina we ji bo me girîng e ku Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya YNKê berpirsyar e li parastin û cîbicîkirina biryarên kongrê û peyrewa navxwe. Piştî civîna encûmena serokatiyê û pesendkirina biryarên hestiyar îro encûmena bilind weke erka xwe civîneke neasayî bi serokatiya Kosret Resûl encam da û biryara ragirtina civîna Encûmena Serokatiya YNKê gotûbêj kir.

Berdewamiya nameyê de Resul dibêje; YNK ketiye di rewşekê de ku pêwîst e serferberî were kirin. Pêwîst e civîna taybet û berpirsyane bo gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan û pêdeçûna ciyawaziyan bikin û piştî vê civîn û lêtêgihîştinê biryara civîna encûmena serokatiya berdewam be. Daxwaza min ji hemû aliyan ew e hemû egeran li berçavan bigirin û rewşa bê baştirkirin.”

Nerîna min :