Nivîsar

Koronavirus: Hîç tiştek dê wekî berê nebe!

Koronavirus: Hîç tiştek dê wekî berê nebe! Eve serdêra babeteke nivîskar Demir Sonmez e û li nivîsa xwe de balê dikşîne li ser paşaroja cîhanê dibêje: Em nikarin tiştên ku me wendakirî careke din vegerînin, lê belê piştî niha parastin û rêkxistina jiyanê li berpirsiyariya me hemûyane.

Nivîskar bi kurtî behsa derketin û belavbûna şewba Korona Kovid-19 dike û dibêje: Ez ne rewşeke wiha de me ku behsa hizrên çawayiya derketina vê şewbê bikim, lê min dizanibû emê rojên wiha bibînin. Divê her kes vê rastiyê bibîne û divê bizanibe ku paşaroja me wê ji rewşa niha jî gelek xeraptir bibe û ji bo vê jî pêwîst nake mirov feleknas be.

Her wiha Demir Sonmez dipirse: Ji bo çi? em hemû jî bersîva vê dizanin, lê me dengê xwe dernexist, me ji ber berjewendiyên xwe yên take kesî yên wekî aborî, civakî û siyasî, lîstoka sê meymûnî leyîst(Me guhên xwe, çavên xwe û zimanê xwe girt). Li hember êrîşên grubeke gelek biçûk em hemû bûn temaşevan. Dema ku cîhana me li ser DNA yan yariyan dikir me wekî fîlman temaşe dikir. Çek û bombên cûr bi cûr dihatin berhemanîn ku dikarin yek çirkeyê de xwezayê serûbino bikin. Ez nizanim Korona çekeke destkirdê biyolojîke yan na? lê eve baş dizanim ku eve dikare wekî çekên gelek metirsîdar jî bêne bikaranîn.

Berdewamiyê de nivîskar balê dikşîne li ser teknolojiya ku dijî xweza û sirûştê hatiye bikaranîn û her wiha bi maddeyên kîmyeyî guherîna hemû fêkî û xorekên xwezayî û dibêje: Cîhana me bûye zibildank û gilêşa ûze û enerjiyên navekî û teqemeniyan. Daristanên ku demeke kûrt de bûne xwelî, bi hezaran ajal û nebatan tûnekir û hinekan jî berev nemanê ve bir.

Her wiha nivîskar balê dikşîne li ser encama raporeke Korbenda Aboriya Cîhanî û dibêje: Li gor wê raporê dahata 26 dewlemendên cîhanê, beranber dahata %50 sedî pêncihê hejmara giştiya cîhanê ye ku dahata 26 kesan wekî dahata 3.8 milyar mirovane. Li gor rapora Neteweyên Yekgirtî her 5-10 çirkeyan de zarokek ji birçiyan dimre. Li gor rapora UNICEF sala 2016 an de her roj 15.000 zarok mirine. Ji ber sedemên cûda cûda bi milyonan kes ji welatên xwe penaber bûn. Me çi dikir? em bêdengbûn û me temaşa wan dikir.

Dawiyê de nivîskar dinivîse: Em nikarin tiştên ku me wendakirî careke din vegerînin, lê belê piştî niha parastin û rêkxistina jiyanê li berpirsiyariya me hemûyane. Eve ne tişteke zehmete. Tenê divê cîhanek ji bo parastina mirov û jîngeh û xwezayê xizmet bike. Zanistê ji bo van bingehan bikarbîne, ne ji bo kar û qazancê, divê ji bo nirxên mirovahiyê bêne bilindkirin, xizmetên zêdetir bêne kirin, ji bo parvekirinê û azadiyê kar û xizmet bêne kirin, eger berevajiya wê jî be, bi tekez wê paşaroj mizgîniya karesatên xerabtir jî bide.

çavkanî: https://artigercek.com/haberler/corona-virus-hicbir-sey-eskisi-gibi-olmayacak?fbclid=IwAR09AM5TpVVGeqmhN1mEeF5J-nkSDpQo5vJckyzvzCkZZfJkA5zY4-jnBZ0

Back to top button