Nivîsar

Hikûmet ji bo çi bilez biryarê dide? rastiya veşartî çiye?

Hikûmet ji bo çi bilez biryarê dide û hemû tişt digre? rastiya veşartî çiye?

Li destpêka gihîştina Korona bi Îranê, hemû zanayan pêşbîniya ewe kirin ku Îran Koronayê ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn vediguheze. Her wiha jî pêkhat, yekem welatê piştî Îranê tûşbûn Iraq û Lubnan bûn ku Îran li wan welatan desthilata xwe heye.

Şewba Korona dirustkirî bê yan xwezayî û siruştî bê, niha bûye rastiyek û nabê xwe ji neparêzîn. Lê belê li her dû rewşan de jî welatan û dezgehên zanyariyên wan dixwazin suwarê ser pela şewbê bibin û ji bo berjewendiya xwe ya siyasî sûd jê werbigrin. Îran bi hûrî kar li ser eve dike û yekem haletê veguhestina Korona jî Silêmanî bû ku beşeke ji Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî herdem astengiyeke mezine li beranber siyasetên Îranê li Iraqê û çespandina sîstema wîlayeta fîqhî ya li Iraqê. Ji bo wê yekê bikaranîna şewbê bê, yan xorekên dema wan bi serçûyî û jehrawî bin, yan zext û êrîş bin li rêya Heşda Şabî yan jî birîna budçeyê bi zexta Îranê li Bexda be, ev hemû ji bo ewe bûn ku Kurdistan girêdayî wan bê. Lê belê xweşbextane nebû û nabê.

Li rastiyê da dirustbûna grubên qaçax û anîna xelkên ji başûr û nava Iraqê bi seyareyên veguhestina kelupelên xwarinê û girtina wan ya li bazgehên pişkînîna Hewlêrê, gelek bi asayî behsa ewe hate kirin û derbasbû. Lê belê hizra xwe bikin, ji bo çi xelkê Ereb ji başûr û nava Iraqê dixwazin bêne Kurdistanê. Berê ji bo kar dihatin, niha kar nîne û hatin û çûn qedexeye. Berê gef li wan dihate kirin ku neçin Kurdistanê, niha rewşa Iraqê bi tevahî mijulî Korona û hikûmete û xwepêşandan nemaye û gullebarankirina xwepêşanderan rawestiyaye. Wate sedema wê çiye?

Bi piştrastiyê ve ji bo veguhestina Koronaye li Kurdistanê. Ji bo wê yekê hemû hewlek didin ku Kurdistan bibê navçeya karesatbar. Li destpêka vê mehê ve hikûmet çar rojan terxan kir ji bo wê yekê ku wan malbatên ji hevdû veqetiyayî bigihîne hev û wan şad bike. Eve jî ji aliyê Îranê ve derfetekî mezin bû, heta bi wê hêcetê xelkê tûşbûyî bişîne Kurdistanê. Hikûmet bi planên Îranê dizanê, ji bo wê yekê her zû biryara 48 saat qedexeya hatin û çûnê tund bike û hemû tişteke li Kurdistanê bigre. Lê belê xelkê me gelek nezanane qiyametê dirust kirin û hemû civiyan li rêzên marketan, başe kake 48 saat dû roje mirov hîç tiştek nexwe, tiştek lê nayê. Her çende ez piştrastim li hemû malek jî tişt heye ji bo van dû rojan. Wate muamelekirina li gel cemawerekî nehişyar ji aliyê Hikûmetê ve karekî gelek girane.

Hinek dipirsin ew rênimayiyên li Kurdistanê heye li hîç ciheke dinê dinyayê wiha nîne ku sedan hezar tûşbûyê Korona jî lê hatibe tomar kirin. Belê bi piştrastiyê ve wihaye, lê belê xelkê wan welatan hişyarin û daxwazên Hikûmeta xwe bi cîh dikin û rêz li biryarên wê digrin. Lê belê tu bi şikandina biryarên Hikûmetê û çûna derve û selfî girtinê wekî pehlewanikirinê têgihiştiyî. Ji ber wê divê gelek tundtir muamele li gel bêkirin. Eve ji bilî wê yekê ku me got Îran bi hemû şiyanên xwe ve hewla ewe dide navçeyê tûşî karesatê bike.

Aloziyên Amerîka û Îran piştî belavbûna Korona tundbûn. Ji bo çi Amerîka hêzên xwe yên li Iraqê vekişand û li hîç welatekî din venekişand. Almanya û Îspanya rêjeya tûşbûyan li ser 100 hezar kesane. Lê mezintirîn binkeya serbaziya Amerîka li wir heye û Washington serbazên xwe venekişand. Eve li Koriya Başûr û Japon û Taywan û ew navçeyên din jî bi heman awayî. Lê belê li Iraqê bi lez dest bi tevgeran kirin. Sedema wê eweye ku Îran dixwaze Korona bigihîne binkeyên serbazî jî ku serbazên Amerîkî têda heye. Ji ber wê yekê jî li rûyê siyasî û serbazî ve nêrîna her dû aliyan dijî hevdû yek carekî de tundtir bû. Eve di demek daye Amerîka dixwaze sizayên ser Îranê jî sivik bike. Lê belê dema Washington vê plana Îranê zanî, êdî bi zimanekî din axivî.

Ji kerema xwe û tikaye fikir û hizra xwe bikin, ji bilî wê yekê ku Kurdistan pêwîstî bi rênimayiyên rûbirûbûna Korona heye, hema demê de pêwîstî bi rêkarên gelek tundtir jî heye ji bo rêgirîkirin û serkeftina wê plana Tehranê. Hikûmet karên gelek baş kiriye û ew biryarên dide jî li berjewendiya xelkê ye. Ji kerema xwe karek nekin ku plana Tehranê serbikevê û Kurdistan bibê naVçeyeke karesatbar. Ev rêjeya Koronayê ku hatiye Kurdistanê ne tişteke, lê belê eger pêşiyê li plana Îranê negrin rewş gelek metirsîdartir dibe. ji ber wê û ji bo rêgirtina wê planê Hikûmet pêwîstî bi biryarên serbazî û tundtir heye.

Baz Ehmed

04.04.2020

Back to top button