Serok Barzanî: Jiyana çiya, xweştire ji jiyana Koşka

Serok Mesûd Barzanî li hevpeyvînekî taybet li gel kanala “MBC1” ragihand cografya zulm û sîtemekî mezin li me kiriye. Her wiha dûpat jî kir: Koça dawî ya Barzaniyê nemir ji aliyê me ve karesat bû, lê belê nebûye sedema wê yekê ku doza Kurd bimrê.
Li hevpeyvînê da bersîva wê pirsyara gelo cografya sîtem û zordariyê li Kurd kiriye? Serok Barzanî tekez kir: Bêguman cografya sîtemekî mezin me kiriye.
Serok Barzanî: Ew kesê zulm û sîtemkarî beramber hatibe kirin û ew bi xwe jî zulmê û sîtemkariyê beramberî xelkê bike, hêjayî eweye ku sîtemkariya zêdetir li beramber wan bêkirin.
MBC1 dipirse: Em gelek kêm dibînîn Kek Mesûd ji bilî cilê Kurdî cileke din li ber kiribe, eve ji bo çi?
Serok Barzanî: Ec cilê Kurdî yê ku ez li ber dikim, cilê Pêşmergeye, ez li wê baweriyê da me, eger van cilan li ber nekim, awayeke din pîşan didim, dibe ku bandorê li ser Pêşmerge hebe.
MBC1: Jiyanî koşk yan jiyana çiya, tu kijanê hildibijêrî?
Serok Barzanî: Jiyana çiya.
MBC1: Lê belê jiyana çiya dijware?
Serok Barzanî: Li cem min ev tişte berevajiye, jiyana çiya li cem min xweştire.
MBC1: Dengê teqînê li cem te çi wateyê digihîne?
Serok Barzanî: Muzîk.