Korona nayê kontrol kirin..
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çikas diçe rewşa nexweşiya Covid 19ê behtir ber bi xirabiyê ve diçe. Eve demk e ku ewkas vaccin jî çêbûne lê nexweşî behtir belav dibe.
Wezirê tendirustiyê Tirkiye di derbarê rewşa nexweşîya Koronayê de rewşa herî dawî eşkere kir. Li Tirkiye 24 demjimêre derbasbûyî de, 27.824 kes bi nexweşiya Koronayê ketine. 187 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. Ev yek hijmarek mezine û delile ku eve demek dirêje nikarin belavbûna nexweşiyê kontrol bikin. herweha di vê pêvajoya dawî de gelek ciwan û zarok jî bi vê nexweşiyê dikevin û hinek jî jiyana xwe ji dest didin.
Li gora daxûyaniya berpirsên tenduristiyê ew kesên jiyana xwe ji dest didin qet nehatine vaccin kirin . Herweha gelek kêm yên vaccinkirî nexweşiyê dikevin. Yên vaccin kirî bi nexweşiya koronayê bikevin jî sivik derbas dikin.