Konvoya BDP-ê berê xwe da Dortyolê
Îro serokê BDP-ê û gelek parlementer li gel diçin Dortyolê. Wek tê zanîn duhî xelkê li Diyarbekir û hinek deverên din yên Kurdistanê ji bo protesto kirina bûyerên Bursa û Antakya xwepêşandan pêkanîn. Li Diyarbekir serokê BDP-ê axaftinek kir û di van bûyeran de hukumet rexne kir. Demirtaş heta niha neçûyina wezîrekî ji bo Dortyolu rexne kir.
Ev bûyer pravakasyonin û cardin dezgehên tarî agirê pravakasyonan geş dikin. Bê goman di van provakasyonan de kurdên di nav Tirkiyê de dijîn dibin armanc. Demirtaş û şanda pê re bi 20 otomobilan ji Diyarbekirê rê ketin, di rê de gelek kesên din jî wê hevaltiya wan bikin. Lê li gora agahdariyan, ji bo bûyer geştir nebin nahêlin konvoya BDP-ê bikeve di nava Dortyolê de. dixweyê dema konvoya BDP-ê bigihe Dortyolu dê cardin tansiyon bilind bibe.