Konsulusê Yunanîstanê: Em kêfxweş in ku yekem balafir ji Yunanîstanê gihîşt Hewlêrê

Yekem firokeya ku 97 rêwiyan ji Atînayê hilgirtibûn, danê sibê giheş firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê.
Konsulê Giştî yê Yunanîstanê li Hewlêrê ragihand ku yekem geşta rasterast a navbera Yunanîstan û Hewlêrê dê gelê Herêma Kurdistanê û Yunanistanê ji hev nêzîk bike.
Konsulê Giştî yê Yunanîstanê li Hewlêrê Nicholas Stergiulas di kongreyeke rojnamevanî de got: “Hewldana yekem ji Atînayê gihîşt Hewlêrê. Em kêfxweş in ku yekem firoke ji Yunanîstanê bê rawestgeh gihîşt Hewlêrê.”
“Em di wê baweriyê de ne ku ev pêwendiya ku me bi pira ku me çêkiriye, dê gelên her du aliyan nêzî hev bike. Ez bawer im ku dostên me yên Kurd dê ji mêvanperwerî û kalîteya baş a geştên xwe yên ji bo Yunanistanê kêfxweş bibin,”
Generalline di 13 salên borî de wek baştirîn firokevaniya herêmî li Ewropayê hate binav kirin.
Yekem geşta ji Atînayê danê sibê roja Yekşemê gihîşt firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê û 97 rêwî tê de bûn.