Kongreya asayî ya AK Partiyê destpêkir
8emîn Kongreya Mezin a Asayî ya AK Partiyê dê îro bê lidarxistin. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiyê Kandemîr diyar kir ku ew li bendê ne ku zêdetirî 100 hezar kes beşdarî kongreyê bibin.
8emîn Kongreya Mezin a Asayî ya AK Partiyê dê îro bicive. Di kongreyê de rêveberiya nû ya partiyê wê were diyarkirin. Serokomar Tayyîp Erdogan dê di kongreya mezin de têkildarî serdema nû peyaman bide. Serokê Koma AK Partiyê di parlementoyê de Abdullah Guler dê bibe serokê kongreya ku wê saet 10.00an li Salona Sporê ya Enqereyê dest pê bike.
Di kongreyê de wê 1607 delegeyên hilbijartî û xwezayî deng bidin. Di vê çarçoveyê de dê Komita Biryar û Rêveber a Navendî bê hilbijartin. Komite ji 75 kesan pêktê û 35 kes jî wek yedekdê bêne destnişankirin.
Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Erkan Kandemir û Hamza Dağ û Serokê Giştî Fatîh Şahîn li Salona Sporê ya Enqereyê daxuyanî dan. Kandemîr diyar kir ku ew ê fînala maratona ku îro dest pê kirine li dar bixin û destnîşan kir ku kongre dê di pêvajoyeke ku ne tenê ji bo AK Partî û siyaseta Tirkiyeyê, ji bo demokrasiya cîhanê jî bibe mînak. Ew li bendê ne ku zêdetirî 100 hezar kes beşdar bibin.