Rewşa tenduristî ya Papa ne baş e!

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya rêberê ruhanî yê Katolîk û Serokê Vatîkanê Papa Francis ne başe û îro danê sibê krîza astimê pê re derbas bû, ji ber vê yekê piştgiriya oksîjenê jê re hat dayîn û ji ber kêmbûna trombolên xwînê jî xwîn jê re hat veguheztin.
Vatîkanê der barê rewşa tenduristiyê ya Papayê 88 salî yê ku ji 14ê sibatê vir va ji ber bronşîta giran a ku serê mehê pê ketibû li Nexweşxaneya Gemellî ya Romayê tê tedawîkirin.
Daxûyaniyêekî de berpirsên vatikan dibêjin: “Rewşa tenduristiya Papa ne başe. e,”
Vatîkanê di daxuyaniyekê de got, “Vê sibê, Papa Francis rastî êrişa astimê ya dirêj bû û pêdivî bi terapiya oksîjenê hebû.” Di testên xwînê yên ku îro hatin kirin de kêmxwînî û kêmbûna hejmara trombosîtopeniya (trombosîtopeni) hat tespîtkirin. Di vê rewşê de pêwîstî bi veguheztina xwînê hebû. “Papa hişyar e û roj li ser kursiya xwe derbas kir, lê ew ji duh bêtir xemgîn e.”
Rêberê ruhanî yê katolîk di van salên dawî de ji ber êşa çokê kursiya bi teker bikar tîne.