Civak

“ Berfa Bitlîsê li ezman namîne“

Piştî barîna berfa zêde ya ku ev çend roj in li Bedlîsê bi bandor e, li navenda bajêr qalindahiya berfê ji 1 metreyê, li herêmên bilind jî ji 2 metreyan derbas bû.


Ji ber barîna berfê malên yekqatî, otomobil û tabelayên rê li ber berfê winda bûn. Li Taxa Husrevpaşa ya ku herî zêde li Bedlîsê berf lê dibare, de wesayît winda bûn.

Hemwelatiyê bi navê Nurullah Muşluyê, diyar kir ku piştî barîna berfê ya 4 rojan dewam kir ew hewl didin weseyetên xwe ya ku di bin berfê da mabû rakin. Muşlu got, “Zivistana me îsal dereng hat. Ne wek zivistanên berê ye, lê berfa dawî baş bû. Herêma ku em herî zêde di nav berfê da dijîn. Berfa Bitlîsê li ezman namîne, her tim tê xwarê.”

Back to top button