Polîtîk

Konsolê Japonî yê Kurdî fêrbibû, Kurdistanê bi cîh hişt

Katsumi Moriyaso Konsolê Giştî yê Japonya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku di demeke kêm de xwe fêrî Kurdî kir û rêwresmên Kurdewarî de bi cilûbergên Kurdî li ber dikir û gotarên xwe bi Kurdî pêşkêş dikir, ji ber xelasbûna dema erkê xwe yê li Kurdistanê vegeriya welatê xwe.

Li rêkefta 21.06.2020 Katsumi Moriyaso Konsolê berê Japon li Hewlêra paytexta Kurdistanê, piştî temambûna dema erk û karkirina xwe ya wekî Konsol bajarê Hewlêrê bi cîh hişt.

Ji bo vê mebestê rêz û hûrmetên xwe ji bo mîhvandarî û bi germî pêşwazîkirina wî ya di dema karkirina wî ya li Herêma Kurdistanê pêşkêşî gel û Hikûmeta Kurdistanê kir.

Back to top button