Kultur
Japonya Gêlasên xwe li paytexta Kurdistanê çand

Li rêkefta 06.02.2020 Moriyasu Katsumi Konsolê Japon li Hewlêrê beşdarî li çandina 50 şitlên darê Gêlas(Gilyas) li Kurdistanê kir.
Konsolê Japon li Hewlêrê da zanîn ku ev dar ji Baxçeya Sakuraya (Gêlas) parêzgeha Fokoshîma ya Japonî, ji bo bajarê Hewlêrê hate şandin ku ev yek li jêr serpereştiya birêz Serdar Hesen ve birêvediçê. Armanca çandina van şitlan bi mebesta bihêzkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Fokoshîma ye wekî sembolek û remzek ji bo dûbare avakirina wî bajarî ku li piştî karesata erdheja sala 2011 rûxiyabû.
Li vî derbarî de, Moriyasu Katsumi Konsolê Japon li Hewlêrê dûbare tekez li ser bihêzkirina peywendiyên dû aliyan ya li gel geş kirina van şitlan li axa paytexta Herêma Kurdistanê kir.