Nivîsar

Kongreya PEN a navnetewî

 
Daxuyanî

Şanda PENa Kurd îsal jî bi awayek çalak beşdarî Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad bû

Civîna Civata Giştî ya 77 mîn Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad paytextê Sirbistanê, roja çarşem 14.09.2011 bi beşdariya 220 nivîskaran ji 83 welatan karê xwe destpê kir u roja 18.09 bi pejirandina hin biryar u daxuyaniyên giring bi dawî hat. Di rojên navbera 12 -14.09.2011 de civînên her çar komîteyên girêdayî PENê pêk hatin. Li ser navê Navenda PENa Kurd, îsal rêzdaran Bêrivan Doskî sekretera PENê u Abdullah Hicab ji KBG beşdarî Kongireya Belgradê bûn. Kongireya îsal li ser navê ”Wêje – Zimanê Cîhanê” bi axaftina seroka PENa Sirb xatûn Vida Ognjenovic destpê kir u pişt re serokê PENa Navneteweyî John Rolston Saul axivî. Piştî vekirina kongreyê, serokkomarê Sirbistanê cenabê Boris Tadic ji bo beşdarên kongireyê axaftinek pir wate kir. Serokkomar di axaftina xwe ya vekirina Kongireyê de, li gel bixêrhatin kirina mîvanan u ragehandinda dilxweşiya xwe ji pêkhatina kongireya PENa Navneteweyî li welatê xwe, basî giringiya rêzgirtin ji nasnameyên cuda kir u ew weke nirxa hevbeşe mirovatiyê da zanîn. Serokkomar weke mînak basî serxwebûna herêmên cuda yên ser bi komara Yûguslaviya pêşîn kir u got; Bi pejirandina serxwebûna wan neteweyan me weke Sirb tiştek wenda nekir u wan weke neteweyên xwediyê mafê biryardanê nîşan dan ku ew bi serxwebûnê dilxweşin u dixwezin bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Pêwîste em ji wê  biryara wan re xwedî hurmet bin u bi wê yekê nîşan bidin ku nirxên mirovatiyê u îradeya gelan ji her tiştî giringtirin.

Şanda PENa kurd îsal jî bi xurcînek tije beşdarî kongireya PENa Navneteweyî bû u mijarên wêje u zimanê Kurdî, rewşa nivîskarên Kurd di girtîgehan de u mijara Aştî li Kurdistanê bi awayek berfireh anî rojeva Kongreyê. Di civînên Komîteyên girêdayî PENa Navneteweyî de 5 pêşniyarbiryarên PENa Kurd li ser rewşa Nivîskarên girtiye Kurd li Îran u Turkiyê, mijara aştî li Bakûr u Rojavayê Kurdistanê u rewşa ziman u wêjeya kurdî bi berfirehî hatin bas kirin u piştî parastina pêwîst derbasî Civata Giştî ya Kongireyê bûn. Her wisan her yek ji endamên şanda PENa Kurd basek taybet di derbarê rewşa henokeyî ya Kurdistanê, rewşa ziman u wêjeya Kurdî u pirsgirêkên ku li bersingê nivîskarên Kurdin pêşkêşî beşdarên civînên Komîteyan kirin.

Beşdariya çalak di bas u guftugoyên li Civata Giştî, mijarên giringe PENa Kurd bi awayek zindî di rojeva kongireyê de dihêşt. Ji wan çalakiyan bi der, 5 babetên nivîskî ji aliyê şanda PENa Kurd ve di civîn u munasibetên cuda ye Kongirê de hatin pêşkêş kirin ku pêk hatibûn ji:

–    ”Kurds and Kurdistan, Controversial terms or terms Justly Acknowledged”, Kurdistan u Kurd têgehên ciyê niqaşê an têgehên ku bi heq hatine pejirandin; ew bas lêkolînek di 15 rûpelan de bû ku ji aliyê Bêrîvanxanê ve hatibû amade kirin.

–    Being a journalist in Kurdistan ”Rojnamevanî li Kuridstanê”, belgegotarek ku ji aliyê endamê PENê rêzdar Ehmed Dere ve hatibû amade kirin.

–    ”Kurdistan and the Kurds in a Nuttshell”, Pênaseya Kurdistan u Kurd bi kurtî (di nava qalkê gwîzê de), ku ji aliyê Abdullah Hicab ve hatibû amade kirin.

–    Zincîrek agadariyên pêwîst ku şanda PENa Kurd ji belge u agahdariyên li ser Kurdistanê hilêncabûn u ji aliyê Abdullah ve hatibû amade kirin.

–    Gotarek ji aliyê dost u endamê PENa Kurd berêz Ricardo Gustav ve bi navê ”Literature –  language of the World” Wêje – Zimanê Cîhanî.

Her yek ji wan bas, pêşniyarbiryar u belgename yan bi xwe re bas u niqaşên xurt dianîn ku di encamê de ew mijarên giring u çalakiyên PENa Kurd bi awayek zindî u berçav kete rojeva PENa Navneteweyî. Ji bilî pêşkêşkirina wan babetan di munasibetên cuda de, biryare ku her 5 nivîs ji aliyê endama PENa Swîs- Îtalî u dosta PENa Kurd, rêzdar xatûn Franka Tiberto ve di radyoya herêmî ya Swîs- Îtalî de bêne weşandin.


Pêşniyarbiryarên ku ji aliyê PENa Kurd ve hatibûn amade kirin u di civîna Civata Giştiye 77. kongireya PEN International de hatin pejirandin ewin:

–    Daxuyanî li dijî zext u zordariya rêjîma Îranê li ser nivîskar, rojnamevan, çalakvanên siyasî u civakî u girtiyên siyasiye Kurd li Rojhilata Kurdistanê u neteweyên din di girtîgehên Îranê de. Daxuyanî di gel şermezarkirina siyaseta Îranê li dijî gelê Kurd u ziman u nasnameya wî, wê siyasetê li dijî pîvan u nirxên mirovatiyê dihesibîne. Ew daxuyanî bi hin zêdekirinên li ser rewşa nivîskarên Îranî yên girtî, ji aliyê PENa Kurd, PENa Swêd u PENa Amerîka ve bi piştgiriya PENên Norwêj, Danmark, Swîs-Îtalî u Finland hate pêşkêş kirin u bi piraniya dengan, bêy tu dengên dijber hate pejirandin.

–    Daxuyanî li ser rewşa nivîskar, rojnamevan u çalakên siyasiye Kurd li Bakûrê Kurdistan u Turkiyê ku bi hevbeşî ji aliyê Navenda PENa Kurd u PENên Swêd u Tukiyê ve bi piştgiriya PENên Swîs-Îtalî, Catalan u Danmark hate pêşkêş kirin. Ji ber hevkariya navbera PENên Kurd u Turk, wê daxuyaniyê bala hemû beşdaran kişand u weke mînaka hevkariya baş li navbera PENên endam kete rojeva Kongrê u bi yekdengî hate pejirandin.

–    Daxuyanî li ser mafê ziman u bi fermînaskirina zimanê Kurdî weke zimanê fermî u zimanê perwerdeyê ku ji aliyê Navenda PENa Kurd u PENên Catalan u San Miguel ve hatibû amade kirin. Daxuyanî bi yekdengî ji aliyê Kongirê ve hate pejirandin.

–    Daxuyanî li ser rewşa siyasiye Sûriyê, mijara aştiyê u piştgiriya mafê gelê Kurd ji bo bi fermîkirina ziman u nasnameya xwe li wî welatî. Daxuyanî ji aliyê Navenda PENa Kurd ve bi piştgiriya PENên Catalan u San Miguel u Nivîskarên Almanîziman li Derveyî Welat hatibû amade kirin. Ev daxuyanî bi piraniya dengan u tenê bi 4 dengên bêalî hate pejirandin.

–    Daxuyanî li ser rewşa siyasiye Turkiyê, encamên şerê artêşa Turk li dijî tevgera Kurd, mijara aştiyê u piştgiriya mafê gelê Kurd bo bi fermîkirina ziman u nasnameya Kurdî di destûra nû de ku biryare bê amade kirin. Ew daxuyanî ji aliyê Navenda PENa Kurd ve bi piştgiriya PENên Catalan u San Miguel u Nivîskarên Almanî ziman li Derveyî Welat hatibû amade kirin. Weke daxuyaniya li ser Sûriyê, ew daxuyanî jî bi piraniya dengan u tenê bi 4 dengên bêalî ji aliyê kongrê ve hate pejirandin.

Di civîna Civata Giştî de, şanda PENa Kurd, serokatî u endamên PEN International agahdar kirin ku kongireya tê ya PENa Kurd wê li Amedê were girtin. Ew biryar bi germî ji aliyê PENa Navneteweyî ve hate pêşwazî kirin u gelek navendên beşdar daxweaz kirin ku ji bo kongireya tê ya PENa Kurd bêne banghêşt kirin.

Serokê International PEN John Rolston u serokkomarê Sirbistanê  Boris Tadic

Kongireya 77 di civîna Civata Giştî de ji bilî pejirandina daxuyaniyên ku ji aliyê çendîn PENên endam ve hatibûn pêşkêş kirin, 2 belgenameyên giring jî pejirandin. Yek ji wan 2 belgenameyan bi navê ”Daxuyaniya Girona”, ku ji 10 xalan pêk tê, basî giringiya ziman li ser kesayetî u nirxên kes u civakê dike u ji Neteweyên Yekgirtî daxwaz dike ku parastin u pêşvebirina ziman u nasnameya neteweyan weke mafek bingehîne mirov bihesibîne u ji bo pêşxistina wan kar bike. Navenda PENa Kurd yek ji hîmdarên serkeye amade kirina wê daxuyaniyê bû u navê Navenda PENa Kurd di nav navên amadekarên daxuyaniyê de hatiye nivîsandin. Belgenameya din basî pêwsîstiya çareser kirina arêşe u netifaqiyên siyasî bi riya dialogê dike u hemû şêweyên tundutîjiya ku dikeve çarçoveya reşekujî an terorê, êdî çi ji aliyê dewletan ve be u çi ji aliyê tevgeran ve şermezar dike. Belgename ”Daxuyaniya Lugano” ya sala 1987 bi binghe digre ku dibêje; ”Tu azadî bê aştî nabin u tu gav bê azadî aştî pêk nayê”. Belgename, weke mînaka pirsgirêkên ku li benda çareseriyê ne, basî aloziya navbera Filistînî u Îsrail, pirsa Kurd, Tibet, Basque u Uygur dike u ji hemû aliyên wan pirsan daxwaz dike ku bi riya dialogê demekê ji ya din zûtir wan pirsan çareser bikin.

Kongireyê her wisan biryar da ku Navenda Pena Occetia weke endamê nûye PEN International verbigre.

Di civînên ne fermî u li navbera axaftinên bi şandên PENên cuda re gelek mijarên pêwendîdar bi jiyana gelê Kurd u wêje u ragehandina Kurdî ve hatin bas u guftugo kirin. Şandan PENa Kurd bi Navenda PENa Danmark re li ser dosiya Roj TV li Danmark u hewlên dewleta Turk ji bo daxistina wê kanalê axivî u daxwaza piştgiya PENa Danmark ji Roj TV kir.  Rêzdar Jens Luhman li ser navê PENa Danmark, ew hewldan weke leystokek siyasî u bazara di navbera serokwezîrê pêşîne Danmark Fogh Rasmussen u serokwezîrê Turkiyê Erdogan de bi nav kir u got ku ew di serî de li hember wê leystokê bûne u ji dil piştgiriyê didin Roj TV.

Di civîna îsal de gelek navendên PENên dost bi awayek berfireh ji bo serkevtina karê şanda PENa Kurd alîkar bûn. Bi taybet hevkariya PENên Swîs-Îtalî, Catalan, San Miguel, Danmark u Nivîskarên Almanîziman li Derveyî Welat, u piştgiriya PENên Swêd, Amerîka, Norwêj u Finland li ber çav bû. Navenda PENa Nigeriya siyaseta Turkiyê li hember zimanê Kurdî weke jenosîda kultûrî bi nav kir u bala Kongireyê kişande ser wê mijarê ku karîgeriyek giring li ser Civata Giştiye Kongireyê danî. Navenda PENa Turk jî, ji bo hemû daxuyaniyên Navenda PENa Kurd dengê erê da. Beşdarî di Kongreya 77 a PENa Navneteweyî de ji bo Navenda PENa Kurd destkevtek bi nirx bû u daxuyanî u biryarên Kongireyê wê hem ji bo PENa me u hem ji bo gelê Kurd encamên erênî bi xwe re bîne.

Şanda PENA Kurd
Belgrad 18.09.2011

Back to top button