Encama "Konferansa Kurdistanî" eşkere bû
“Konferansa Kurdistanî ya Tirkiyeye” ku di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Demokrasiya Beşdarî (KADEP) û Partiya Heq û Azadiyan (HAK-PAR) de pêk hat bi dawî bû. Encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hate aşkerekirin. Di encamnameyê de hate xwestin ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re muzakere berdewam bike û ji hikûmetê hate xwestin ku operasyonan rawestîne.
“Konferansa Kurdistanî ya Tirkiyeye” ku di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Demokrasiya Beşdarî (KADEP) û Partiya Heq û Azadiyan (HAK-PAR) de di navbera 17-18’ê Îlonê de li Otela Classê ya Amede pêk hat bi dawî bû. Konferansa ku 182 delege beşdar bûn, piştî niqaşên 2 rojan bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Encamnameya konferansê ji aliyê Cîgirê Serokê HAK-PAR’ê û Endamê Kordînasyona Konferansa Neteweyî Hasan Dagtekîn ve hate xwendin.
‘GELÊ KURD JI AVAKIRINA KOMARÊ HETA NIHA JI HEMÛ MAFÊN XWE HATIYE MAHRÛMKIRIN’
Dagtekin, diyar kir ku ji damezirandina komarê heta niha gele kurd li ser axa xwe Kurdistanê ji hemû mafê xwe yê mirovane û gerdûnî hatiye mahrûmkirin û wiha got: “Gelê kurd li ser axa xwe ji hemû mafê xwe yê mirovahî û gerdûnî hatiye mahrûmkirin. Gelê Kurdistanê suryanî, ermenî, mehelmî, ereb û gelek civakên din, her wiha baweriyşên êzîdî elewî, sunnî û baweriyên din ku li gel neteweya kurd dijî, rastî înkarê tên. Beşdarên konferansê êşa komkujiya 1915’an di dilê xwe de hîs dike. Ji niha û şûnde ji bo ku li dijî tu netew û civakan komkujî pêk neyê wê di nava hewldanan de be.”
Dagtekîn, anî ziman ku konferansa wan êrîş û operasyonên Tirkiye û Îranê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê û hemû operasyonên din şermezar dike. Dagtekîn, anî ziman ku gelê kurd bi helwesta xwe ya hevpar li dijî hemû operasyonan aşkere kiriye.
‘DIVÊ MUZAKEREYÊN BI OCALAN RE BERDEWAM BIKE’
Dagtekîn, di berdewama encamnameyê de anî ziman ku ji bo şert û mercên aştiyek mayinde pêk bê divê hikûmet dinava hewldanan de be û wiha got: “Beşdariyên Kurdistanî dixwazin ku hemû operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Divê li şûna operasyonên siyasî û leşkerî zimanê diyalog û aştiyê pêş bikeve. Ji bo deng li çekan bê birîn divê muzakereya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hêzên din re berdewam bike. Divê hemû kesên bi vîna azad a gelê kurd hatine hilbijartin û kesên li ser navê gelê kurd siyasetê dikin beşdarî vê pêvajoya diyalog û muzakereyê bên kirin.”
‘DÎVÊ JI BO MAKEQANÛNA NÛ AŞTÎ PÊŞ BIKEVE’
Dagtekîn, anî ziman ku wan cih daye statuya kurdan û makeqanûnê jî û wiha bi dawi kir: “Divê statuya kurdan di makeqanûna nû de bê naskirin. Divê makeqanûna azad, wekhev, piranî, beşdarî û demokratîk bê amadekirin.”
Encamname û axaftinên ku di konferansê de hatin kirin wê di demek nêz de bibe pirtûk. (ANF)