Serok:Em ji bo şerî konferansê çênakin
Wek tê zanîn ji berî hilbijartinên parlementoyê yên li Tirkiye, şandek ya Bloka Ked û Azadiyê di serokatiya Ahmet Turk de serdana Kurdistana Başûr kirîbûn. Di vê serdana xwe de daxwaziya pişgiriyê ji serokê Kurdistanê Mesud Barzanî kirîbûn.
Barzanî biryar da ku kongreyek Kurdistanî li Hewlêrê pêkbînin û ew kongre mizginiya aşitîyê bide gelên Kurdistanê.
Eve du rojin li Diyarbekir Konferansa Kurdistanî pêk hat. Herweha gelek kes vê konferansa ku li Diyarbekir civiyayî, wek amadebûnekî ji Kongereya Kurdistanî li Hewlêr dibînin. Lê di vê derbarê de serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ji televiyona IMC re da xuyakirin ku tu kongra çênabin.
Herweha ji berî demekî malpera Nefelê hevpeyvînek serokê Kurdistanê rê çêkirîbû. Di wê hevpeyvînê de serokê Kurdistanê di derbarê Kongereyê Kurdistanî de ji Nefelê re dibêje: “ Konferans ji bo wê bû ko em peyama aştiyê ya miletê kurd bidin Tirkiyeyê, bidin Îranê, bidin Iraqê, bidin Ewropayê, bidin Emerîkayê û bidin hemî dinyayê. Piştî peydabûna vê rewşa niho hêdî ti faydeya konferansê nîne. Di bin agirê top û bombebarankirin û şerê PKK-ê û şerê PJAK-ê de konferans çênabe, zehmet e ko bêt çêkirin.“
Berdewambûna axavtina xwe de Barzanî dibêje: “ Di vê atmosferê de konferans nayêt kirin. Konferans ji bo peyama aştiyê bû. Em konferansekê çênakin ji bo ko biryarê bidin ka em piştgiriya şerî dikin yan li dijî şerî ne. Em konferansê ji bo şerî çênakin, em dê konferansê ji bo aştiyê çêkin. Çi dema ko şert minasib bin û konferans jî ji bo aştiyê be hingê em dê çêkin. Niho rewş rewşa şerî ye, em ji bo şerî konferansê çênakin.“