Hevpeyvîn

Lêborîn û azadkirina siyasetvanên kurd pêwiste

Temenê Mihemed Adyeman 74 sal in û 4 jin anîne, 20 law û 18 keçên wî hene. Derbarê koça dawî ya diya Serokê Herêma Kurdistanê Hemaîl Xanê de dibêje: “Bi riya rojnameya we bi navê eşîra xwe sersaxiya Barzanî dikim, divabû em bihata behiyê, lêbelê ew jî dizanin berî 50 salî ligel êla Doskî nexweşiyek di navbera me de çêbû û em nikarin bên wî rexî.”

 Ev navçe ne sînorê êla we ye? Çawa hûn li vir bi cîh bûne?

 Di sala 1941ê de me ji navçeya Beytulşebabê koçî vira kiriye. Bavê min û bavê Mihemed Hecîrî, ku ji mezinên mêrên eşîra Jîrkî bûn, ligel bavê Tahir Adiyeman (Karevan Yehya) mezinê hemû Jîrkiyan bûn. Wan li hev nekirin, em hatine vê deverê û li vir vehewiyan. Ji hingî ve êla Jîrkî parçe bû, hejmareke wan ya zêde ligel bavê min hatin vê deverê û pêşî li gundê Bazê, ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, niştecih bûn. Di sala 1973ê de em hatin vir.

Çend gund li vê dolê girêdayî êla we ne?

Bi giştî li vê navçeyê 2 hezar malên ser bi êla Jîrkî hene. Yanî li navçeya Colemêrgê tenê 2 hezar malên Jîrkiyan hene, ji bilî navçeya Beytulşebabê.

Hejmara we çend kes e?

Hejmara me zaf zêde ye, ji ber ku malbat zaf qerebalix in, herî kêm her malek 15 kes dibe, yanî bi giştî em 45 hezar kes dibin.

Em bi pereyên cerdevaniyê dijîn

Dahata we çî ye û bi çi dijîn?

Berê jiyana me li ser xwedîkirina pez bû, zozanên me yên tije av û berfireh hene, dîsa li gundên aliyê Bazê hejmareke me ya zêde ya gwîzan heye û me mêşên hungiv xwedî dikirin. Piştî derketina şerê PKKê û artêşa tirk em hatin vî geliyî û me pişta xwe da hev, heta li sînorê Çelê û Geverê vehewiyan. Piştî liqbûna me ti dahata me nebû, lewma em bûn cerdevan. Yanî meaşê cerdevaniyê ku em ji dewletê werdigirin dahata serekî ya vî xelkî ye.

Hûn bi vî meaşî dijîn?

Neçarî ye, çi bikin, divê îdare bikin.

Çi bîranîna te ligel bizava Kurd li Başûrê Kurdistanê heye? Gelo di dema pêşmergayetiyê de dihatin vê navçê?

Saet bi saet haya min ji bizava kurdî ya Îraqê heye. Di sala 1946ê de Ereban êrîş birin ser Mele Mistefa Barzanî, hinek Kurdan jî malên xwe şewitandin û bûne cahş, mîna Ereban dan du Mele Mistefa û ew neçar kirin here Îranê. Bi kurtî hinek Kurd li Îraqê çav li dînaran kirin û dest avêtin çekan û girtin ser Barzanî. Xiyaneteke mezin lê kirin. Mele Mistefa Barzanî rêçika Kurdatiyê li Îraqê dirust kiriye, divê her kes vê rastiyê bizanibe. Şikir ji Xwedê re, di vê dewranê de Amerîka hate vê deverê, eger na ti Kurdekî nedikarî li Îraqê bimîne. Bi vê helkeftê silavan li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim û bi navê hoza Jîrkî sersaxiya wî dikin. Me nekarî tevî behiya diya wî bibin.

Hinek kurd hene, ger Ereb du dînaran bidin wan, dijî mala Barzanî şer dikin

Ji ber çi we nekarî?

Ev 40 sal dibe ku neçûme aliyê din yê sînor. Aciziyek di navbera me û Doskiyan de heye, bi rastî şerm dikim herim. Min daxwaz ji Esad Canan (parlamenterê BDPê) kir daku sulhê di navbera me de bike, wî got bira ev kêşe kevin bûye, li bîra kesî nemaye. Dîsa min daxwaz ji mezinê Doskiyan Serbest Dêwalî kir ku rê bide min serdana wî rexî bikim, wî jî got kengî tê zaf normal e, em birayê hev in û me ew bûyer ji bîr kiriye. Dîsa min qasidek şand ba Baram, kurê Erîf Yasîn, wî jî bi heman hawî got tiştek di dilê me de nemaye, lê em eşîr in û pêwîst dibînin ligel hev rûnin û bi kêmanî çayekê bi hevre vexun, lê hê jî nebûye qismetê me. Her çiqasî Kurdên Îraqê zêde ji wê yekê mezintir in ku em şîretan li wan bikin, lê belê daxwazê ji wan dikim destê hevdu bernedin û pişta xwe nedin Amerîka. Em Kurd bêyî pişt in. Hinek serkirdeyên kurd hene, eger Ereb du dînaran bidin wan, weke berê dikin û dijî mala Barzanî derdikevin, hemû navçe êrîşî Barzanî dike. Barzanî gelek kiriye, sed salên din jî ew berpirsiyar bin, li himber keda bavê wan gelekî kêm e, bavê wan zêdê zêde kiriye. Meseleya Kurdên Îraqê bavê wan dirust kiriye.

Te pêşmergayetî kiriye?

Wê dema ku baregeha Barzanî li geliyê Qumrî bû, bavê min li cem Esad Xoşewî pêşmerge bû. Ji pêşiya destpêkirina bizava Barzanî, bavê min heta demeke dirêj pêşmerge bû. Piştre lingê bavê min şikest û dûre jî kêşeya me û Doskiyan derket, êdî em ji wê bizavê veqetiyan. Lê bi baweriya min ew keda me bi avê de çû.

Talabanî mirovekî baş e, ji ber ku ew pêşmergeyê Barzanî bû

Haya te ji wî şerê ku di dema xwe de di navbera serkirdayetiya demkî ya PDK û YNKê de li vê deverê derket, heye?

Erê, di sala 1978ê de, gava serkirdatî û Celaliyan şer dikir, hatin vê deverê û êlên Çelê û yên din ji Celaliyan re gotin ew cahş in wan bikujin. Bavê min dizanî Celal Talabanî mirovekî baş e, ji ber ku ew pêşmergeyê Barzanî bû, hemû rastiyên wî zanibûn. Bavê min got rabe bikeve navbera wan, Kurdan hevdu qir kirin, şerê Celalî û serkirdayetiyê destpê kir. Yekser çûme cem waliyê Colemêrgê û min jê re got li navçeya me di navbera du grubên Kurdên Îraqê de şer heye, hemû êlên vê deverê derdora Bazê girtibûn, digotin Celalî cahş in, em ê wan bikujin. Gava ligel artêşa tirk û zilamên êla xwe em gihiştin wir, Elî Eskerî hatibû girtin, me dikarî wan ji hev dûr bikin. Min Celalî birin Kehê, ku gundê bavê min bû. Doktor Xalid û Şêx Husên û Mûlazim Elî ligel wan bûn. Li wir jî xwestin wan bikujin, lê belê bavê min ji herdu aliyan re got rê nadim Kurd li gundê min hevdu bikujin. Êlên Pîniyan jî û Çelê pişt li wan girtibûn û rêya vegera Celaliyan nemabû. Bavê min got divê ew bi êminî ji vir herin, bi şev me hemû dergeh û pir girtin û me ew ji vir dûr kirin û heya devera Beytulşebabê ew birêkirin.

Çend rojan li vê navçeyê mane?

10 rojan zêdetir li vir man. Du rojan ligel wan bûm, heya navçeya Beytulşebabê. Min her tişt ji wan re dabîn kir. Piştî dûrketina wan ji vir min wiha bawer dikir ew filitîn û êdî nayên kuştin. Lê belê li ser mezra li navçeya Beytulşebabê êla Mamxuran êrîşî wan kirin, qira wan anîn.

Mam Celal te nas dike?

Min ew nedîtiye, lê pir caran silav ji min re şandiye, dizane min başî ligel hevalên wî kir. Hevalên Mam Celal serboriya bûyera vir û helwêsta min jê re gotine. Min bi vê helwêstê alîgiriya ti partî û aliyekî nekiriye, tenê ew bû min xwest Kurd hev nekujin. Lê belê, bi rastî ji helwêsta hinek êlên vê deverê wê demê hêrs bûm, ji ber ku agirê şerê Kurd û Kurdan xweş dikirin.

Hogir, wî minafiqî, 10 kes ji êla me kuştin û êla me kir dijminê PKKê

Te ji aliyekî kar kiriye daku Kurd hevdu nekujin, lê ji aliyekî din te çekên dewletê hilgirtin û şerê PKKê dikî. Gelo ev karê te ligel helwêsta te ya berê ne nakok e?

Min qet ew yek rast nedîtiye ku şerê Kurdan bikim. Ev ligel rabuhuriya êla min nagunce. Lê Hogir (serkirdeyekî berê yê PKKê bû – Rûdaw), wî minafiqî,10 kesên bêtawan ji êla me kuştin. Wî êla me kir dijminê wê bizavê. Piştre min û Tahir Kero, ku mezinê êla Jîrkî ye, ligel Mihemed Reşo şîret li êlê kirin û me got li wan bidin, ew ne Kurd in. Yanî me li ser zulma wan şerê wan kir. Kurdan bi dirêjiya 20 salan hevdu bêserûber kirin, lewma me bêyî minet şer ligel wan kir.

Îro şer di navbera we de maye?

Şukir ji Xwedê re, piştî sala 2000ê me yek fîşek ne avêtiye hevdu. Êdî ji Xwedê hêvî dikim qet Kurd û Tirk xwîna hevdu nerijînin. Ji ber ku şer encamên xerab derdixe û dewleta Tirkiyeyê ji milletê xwe re zaf baş e. Tirkiyeya nû xeletiyê neke, em dev jê bernadin. Demokrasî heye li Tirkiyeyê, her kes azad e. Millet hinek kes weke nûner hilbijartin, lê heya îro neçûne parlamenê. Bavo here parlamenê, sond bixwe, bêje ‘hey serokwezîr, rica ji te dikim, Kurd jî milletê te ye, bila rehma te lê be û aştiyê bi cîh bike.’ Vê nakin diçin mayînekê li jêr otomobîlekê diteqînin, eskeran dikujin. Gelo ev çareserî ye? Na, ne çareserî ye. Wê rojê li vir mayînek teqandin, çend serbaz û cerdevanekî êla me kuştin ku bavê 6 zarokan e. Ger operasyon kirin û tu kuştin, tu li ser mafî. Xwedê bi meziniya xwe vê xwînrijandinê rabigire. Ne ji ber me be dewleta Tirkiyê zaf baş e.

Baş e, yan baş bûye?

Erê pir baş bûye, berê sitem li me dikir, lê îro zulm nemaye.

Bo Kurdan du tişt pêwîst in, yek lêborîn û ya din azadkirina siyasetvanên kurd

Bi baweriya te divê ev kêşe bi aşîtî bê çareserkirin?

Bêguman. Ji bo Kurdan du tişt pêwîst in, yek jê lêborîn û ya din siyasetvanên kurd azad bikin. Bila ji ser çiya bêne xwarê û partiyeke siyasî ya berfireh dirust bikin. Bi siyasetê li nav parlamenê Kurdatiyê berdewam bikin. Tiştê din hemû derew e, teqe û top zerermend in. Binêrin li vir çend serbaz kuştin, çi qewimî? Bi firokeyan heya Qendîl nerehet kirin û hêjî berdewam e. Bi baweriya min piştî bombebaranê operasyona bejayî jî tê kirin.

Çawa we biryar da ku hûn û PKK şerê hevdu nekin?

PKKê fêm kir ku me ji neçarî rahiştiye çekan. Lewma dev ji kuştina me berdan, min jî biryar da şerê wan nekim. Piştî ku min şer nekir, piraniya êlên din jî çav li min kirin û kesî din şer nekir. Şikir ji Xwedê, îro şerê hevdu nakin. Êla me serhişk in, tirs li cem wan tune. Ew partî bûn, em êl bûn, lê bêyî minet me şerê wan kir. Gava ku bi siyaset û nermiyê ligel me axivîn, em jî nerm bûn. Îro eger li ber çavê min li vir derbas bin, rûyê xwe wedigerînim.

Mam Celal serkirdeyekî çawa ye?

Mam Celal zêde bi şiyan e û siyasetê dike.

Mesûd Barzanî çawa dibînî?

Ji wextê ku heye pêşmerge ye û hêjayî her tiştî ye.

Derbarê Noşîrwan Mistefa çi dibêjî?

Welle min ew nedîtiye, lê dibêjin kesekî zêde jêhatî ye.

Bo Karayilan çi dibêjî?

Karayilan weke Mele Mistefa hêza xwe bi tenê li cih nahêle. Herdem ligel hêza xwe ye. Bawer dikim wê bizavê xwe bi Karayilan hevgirtî ye.


Hevpeyvîn: Hêmîn Xoşnav : Rudaw

Back to top button