Kongreya PDK bû wek mizgîniyek ji bo pêşeroja Kurdistanê

Serok Barzanî dibêje: ” Min û Îdrîs bi dil û can wesiyeta Mela Mustefa bi cih anî. Min Nêçîrvan wek cîgirê xwe hilbijart û wî jî Mesrûr Barzanî pêşniyar kir. Ev jî peyameke zelal e ku ew jî wek min û Êdrîs dibin.”
Serok Barzanî di kongreya 14mîn a PDKê de gotarek pêşkêş kir. Dema mirov vê gotarê baş binirxîne derdikeve holê ku, ka gelo serok Barzanî di çi qonaxên dijwar de derbas bûye û heta wek îro bi çi çavî li xwe ,partiya xwe û derdora xwe dinêre.
Gotara serok Barzanî:
Ji bo vê baweriyê ji dil spasiya we dikim, şerefeke mezin e ku ez di xizmeta we de me lê ez ji dil û can dixwazim ji we re dibêjim ku ez çi bim, ji bo min nav û erkê herî mezin û pîroz Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.
Ez ne ji wan kesan im ku heta dema ku dimire bixwaze serok yan jî berpirs be. Xwezî li Herêma Kurdistanê û herêmê jîngeh û rewşeke wiha çêbibûya, min di vê kongreyê de destûra we bixwesta. Ji ber ku her destpêkek dawiyeke wê heye. Her kes çiqas mezin û pileya wî çi be, dê rojek were terka we bike. Ez jî mirovekî wek her kesî me. Em bixwazin nexwazin, rojek ku îradeya Xwedê pêk hat, ez ê terka we bikim. Ji ber vê yekê vê asayî werbigirin lê bi hêviya ku di kongreya bê de, eger em zûtir jî bikin, ez ê bikaribim vê emanetê radest bikim, ji ber ku ez naxwazim mirin, min ji we veqetîne. Ez dixwazim berî wê xatir ji we bixwazim. Lê niha ji bo em berdewam bin, PDK berdewam be, ji ber ku hûn wiha dixwazin ez spasiya we dikim û ez ê di xizmeta we de bim.
Hevalno, li cîhanê her mirovek xwedî hin taybetmendiyan e. Ê me jî hin taybetmendiyên me hene. Berî ku bimire, Cenabê Barzanî wesiyet ji min û Kek Îdrîs re kir û got, divê hûn di du bedenan de bibin yek can. Şikir ji Xwedê re me wesiyeta wî pêk anî. Ne wek canek di du bedenan de, ez her tim amade bûm ku xwe bixim şûna Kek Îdrîs û di şûna wî de bim. Qeder ne di destê mirovan de ye, di destê Xwedê de ye, heger di destê min de bûya, min dê xwe di şûna Kek Idrîs de daniya ji bo ku ez biçim û Kek Idrîs bimîne lê ne di destê min de bû. Niha jî weke ku min di gotara xwe de anî ziman, ez pîrozbahiyê li we û hemû alîgir û dilsozên gelê me dikim ku kongreya me wê bibe kongreyeke taybet û di heman demê de sersaxiyê ji wan kesên ku xwe hazir dikirin ji bo PDKê Fatîhayê bixwînin.
Ji bo ku rewş rêkûpêktir bibe û em bikarin bi rêve bibin, ez pêşniyar dikim ku hûn Nêçîrvan ê kurê Kek Idrîs wek cîgirê serokê PDKê bipejirînin.
Ez ji we re serkeftinê dixwazim û em ê kongreyeke taybet pêk bînin.
Dema mirov rewşa PDKê dinirxînê û dibînê ku di çi qonaxa de derbas bûye,rastiyek jî derdikeve hole. Taybetî mîrasê serokê netewî nemir Barzanî ji bo PDKê danî di deravên teng de tê têgihandin. Mîraseke ku tu cara post nabe sedemê nexweşîyê, mîraseke berjewendiyên netewî li ser berjewendiyên partitî û kesayetire tê girtin, mîraseke Barzanî xwe xizmetkarên miletê xwe dibînin. Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî dan xûyakirin ku ew şagirtiyên dibistana Barzaniyên nemirin.
Di kongreyê 14mîn a PDKê de, bi pêşniyara serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê serokê PDKê bi tevahiya denga hate hilbijartin. Piştre Nêçîrvan Barzanî axavtinek kir. Eger axvtina Nêçîrvan Barzanî bi berfirehî bê şirovekirin, siyaseta ku piştî kongreyê PDK ji bo Kurdistanê û Iraqê rêve bibe derdikeve hole.
Nêçîrvan barzanî di axavtina xwe de got: Ez spasiya Serok Mesûd Barzanî dikim ku wek Cîgirê Serokê PDK’ê bawerî da min. Bawerî û pejirandina wî ji bo min hêza herî mezin û girîng e ji her alî ve. Birêz Serok, soza me her tim ew bû ku em bi bîr, bawerî û armancên xwe re dilsoz bin. Hemû xebat û armancên we têkoşîna aştî, azadî û pêşketina Kurdistanê bûye.
Nêçîrvan dibêje: Yekitiya navxweyî ya PDK’ê ji bo partî û girseyên me yên ku her tim baweriya wan bi berdewamiya serkeftina PDK’ê heye, çavkaniya sereke ya hêzê ye. Ji ber vê yekê hûn dibînin ku PDK her tim bi ser dikeve. Divê em wê yekîtiyê bi her awayî biparêzin.
Berdewamiya axavtina xwe de Nêçîrvan Barzanî got: Baweriya nemir Barzanî û dîroka têkoşîna wî hêzeke mezin û berdewame ji bo me hemûyan. Barzanî baweriyeke mezin bi piştevaniya Xwedê ji bo bindestan hebû û bi hêz û şiyana gelê Kurd bawer bû. Barzanî ev bawerî û şiyana xwe veguherand tevgereke şoreşgerî ya mezin ku tevahiya gelê Kurd xist nava tevgerê. Bi saya têkoşîna Barzaniyê nemir û PDK, di dîroka hemdem a gelê kurd de, dewleta Iraqê piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an, di destûra bingehîn a Iraqê de, ji bo yekemîn car dewleta Iraqê Kurd û Ereb li Iraqê kir şirîk. Divê em di hemû serkeftinên xwe de têkoşîn û qurbanîdana nemir Barzanî bi bîr bînin. Em silav li giyanê nemir Barzanî, birêz Îdrîs û hemû şehîdên PDK û Kurdistanê dikin. Helbet em hemû li benda cihê leheng û têkoşerên nesla zêrîn a PDK’ê ne ku di kongreyên berê de li gel me bûn û nema ne. Silav li giyanê wan hemûyan.
Hevalên hêja,
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzeke sereke ye li Kurdistana Iraqê, yek ji hêzên siyasî û gelêrî yên herî bibandor û gelêrî li Iraqê û hêviya hemû gelê kurd e. Lewma serkeftina Kongreya 14mîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serkeftineke mezine ji bo tevahiya Kurdistan û Iraqê. Em tekez dikin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî vê kongreyê dê bi rûtîneke nû ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve biçe.
PDK hemû hewlên xwe dide ji bo bihêzkirina saziyên Herêma Kurdistanê û destpêkirina diyalogeke vekirî ji bo baştirkirina rewşa rêveberî û siyasî li Herêma Kurdistanê. Emê li gel aliyên Kurdistanî bi taybetî li gel hevkarên xwe YNK û aliyên din dest bi diyalogeke vekirî bikin û divê pirsgirêkên di navbera her du aliyan de bên çareserkirin. Çareserkirina van pirsgirêkan ji bo bihêzbûna Herêma Kurdistanê pêwîst e.
Divê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji hemû partiyên Kurdistanî re vekirî be. Partiyan di gelek qonaxan de bi PDK’ê îqna kirin. Divê em bi berdewamî wê garantiyê nû bikin. Divê fraksiyonên PDKê yên di encûmenên parêzgehan de, di parlamentoya Kurdistanê û Iraqê de, bi fraksiyonên din re pir vekirî bin. Pirsgirêka gelê Kurd pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn e. PDK jî weke her carê di prensîba xwe ya neguherbar a çareseriya aştiyane de israr dike û ji bo vê jî wê hemû hewldanan bide. Gelê Kurd dikare ji pêşketinên vê serdemê sûd werbigire û pirsgirêka xwe bi rêyên aştiyane û bê tundiyê çareser bike, ev jî rêya herî baş û guncaw e.
Hevalên hêja,
PDK ji destpêka damezrandina xwe ve di nav tevgera siyasî û demokratîk a Iraqê de hêzeke sereke ye. Hêza PDKê di berjewendiya hemû Iraqiyan de bûye. Niha piştî kongreyê emê bi hemû aliyên Iraqî bi hêzeke nû beşdar bibin û ji bo berjewendiyên hemû Iraqiyan kar bikin û cudahiyê nexin navbera netewe û pêkhateyên Iraqê.
Em bang li hikûmeta nû ya Iraqê dikin ku kar û xizmetguzariyên zêdetir û baştir li navçeyên başûr û navendî yên Iraqê çêbike û piştevaniya sektora taybet bike. Navçeyên wêranbûyî yên sunneyan ji nû ve ava bikin, rewşa Kerkûk, Şingal, Xaneqîn û Mexmûrê asayî bikin, madeya 140 ya destûrê wek xwe bi cih bînin û rê li binpêkirina maf û desthilatên Herêma Kurdistanê bigirin. Eger em dixwazin rewşa Iraqê çareser bikin, nabe mafê ti civaka Iraqî were binpêkirin.
Divê ti hêzeke girseyî ya Iraqî neyê derxistin. Ji ber wê jî divê hikûmeta Iraqê û hemû hêzên Iraqê danûstandinên nû ligel tevgera Sedr bigrin, ji ber ku Sedrî hêzeke sereke ya siyasî û gelêrî ye li Iraqê. Bi avakirina Iraq dewleta hemû civak û hêzan, bi cîbicîkirina destûr û sîstema federalî, aramî û serweriya Iraqê tê parastin ku ev yek di berjewendiya gelê Kurd û hemû pêkhateyan de ye.
Hevalên hêja,
Endamên Kongreya 14. ya Partiya Karkerên Kurdistanê. Birêz Mesrûr Barzanî ji bo postê Cîgirê Duyem yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo posteke nû ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kesekî hêja û hezkirî destnîşan dikim. Birêz Mesrûr ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat mezinkirin û li cem bavê min birêz Îdrîs kesekî gelekî hezkirî bû. Ew kesek jêhatî ye. Endamên polîtburo û rêveberiya PDK’ê beriya her tiştî şahidê hêza wî ne. Xizmetek mezin ji bo aramî û aştiya Kurdistanê kiriye, niha wek serokwezîr karekî pir giran li ser milê wî ye, divê em hemû alîkariya wî bikin ku di vî karê giran de bi ser bikeve.
Li pêşiya PDK’ê gelek xebat hene, helbet ez û birêz Mesrûr bi rewabûna we re em bi hev re alîkariya cenabê Serok dikin. Ez ji we daxwaz dikim ku hûn pêşniyara min qebûl bikin.
Li ser pêşniyara Nêçîrvan Barzanê Mesrur Barzanî bi tevahiya denga wek cîgirê duyem yê serokê PDKê hate hilbijartin. Mesrur Barzanî piştî hilbijartinê gotarek pêşkêş kir. Û Got:“Cihê şanaziyê ye ku ez endamê partiyekê bim ku Cenabê Barzaniyê Nemir damezrînerê wê û Serok Barzanî serokê wê ye.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Gelek spasiya birayê xwe yê Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî dikim ji bo vê pêşniyarê, ez xwe deyndarê we hemûyan dibînim, her wek Cenabê Serok kerem kiriye, em hemû ji ber PDKê mezin in, em bi hev re dikarin bi ser bikevin.”
Herwiha destnîşan kir: “Ji bo min şeref û şanazî ye ku endamê partiyekê bim ku Cenabê Barzaniyê Nemir damezrînerê wê û Cenabê Serok Barzanî serokê vê partiyê ye.”
Mesrûr Barzanî got: “Ez spasiya baweriya we birêz û xoşewîstan dikim, min her dem fermana Cenabê Barzaniyê Nemir ku wiha kerem kiriye ‘Mirov divê xizmetkarê gelê xwe be’ kiriye serkarê jiyana xwe, em di her erk û postekî de bin, divê em xizmetkarê gelê xwe bin, her post û wezîfeyek li cem min erk û berpirsyarî ye.”
Tekez jî kir: “Ez li her cihek bim, ez xwe weke xizmetkarê cenabê we û gelê xwe dibînim, ez soz didim ku em ligel birayê xwe yê Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî di siya Cenabm Serok de di xizmeta we de bin û hemû wan prensîpên ku PDK li ser wan hatiye damezrandin, pabend bin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez soz didim Cenabê Serok, her wek çawa we kerem kiriye, ‘Eziyetê li kesî nekin û eziyeta ji ti kesî jî qebûl nekin’, em vê yekê bikin pêşîneya karê xwe û em li ser wê berdewam bin. Tiştê ji me tê ji bo xizmeta vê partiyê û vî gelî, em li ser wê berdewam bin û texsîr nekin, Xweda alîkarê me be ku em bikarin van salên li pêş me zêdetir di xizmeta cenabê we de bin, em bikarin hem partiya xwe ser bixin, hem jî ezmûna welatê xwe ber bi qonaxeke geştir û pêşketîtir bibin, careke din gelek spasiya we dikim ji bo vê baweriyê.”
Piştî hilbijartina Komita nawendî kongre dawî hat. Dawiya Kongreyê de serok Barzanî axvtinek kir, Barzanî di axvtina xwe de dibêje: “Spas ji Xwedê re kongreya me serkeftî bû.” Her wiha Spasiya endamên Komîsyon û Dadweran kir ku serpereştiya hilbijartinan kirine û encamên hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê eşkere kirine.
Serok Barzanî di axaftina xwe de ji endamên kongreyê re got: “Niha ji dema hîmetê ye, madam partiya we bi ser ketiye, em hemû bi ser ketine. Serok Barzanî her wiha ji namzedên ku bi ser neketine xwest ku dilgiran nebin û PDKê ti endamekî wê zêde nîne.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Şaşitiyeke mezin heye, eger hûn desthilatê bidin min ez ê çareser bikim. Ez dibînim ku di lîsteyê de ti xwişk û birayên me yên Êzîdî nînin û divê ev yek were rastkirin.”
Serok Barzanî amaje bi wesiyeta Mela Mustefa Barzanî kir û got: “Min û Îdrîs bi dil û can wesiyeta Mela Mustefa bi cih anî.“ Her wiha got: “Min Nêçîrvan wek cîgirê xwe hilbijart û wî jî Mesrûr Barzanî pêşniyar kir. Ev jî peyameke zelal e ku ew jî wek min û Êdrîs dibin.”
Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji wan her duyan re xwast û got: “Ez jî heman wesiyeta Mele Mustefa Barzanî li wan dikim û ez ê bi her awayî piştgîriya wan bikim.”
Di beşeke din gotara xwe de Serok Barzanî amaje bi bûyereke dîrokî kir û got: “Di salên 1905 – 1906an de, Şêx Ebdulselam Barzanî rojhilatnasekî Brîtanî dît û jê daxwaz kir ku alîkar be ji bi Şahê Brîtanyayê bibîne. Wî rojhilatnasî ji Şêx Ebdulselan pirsî ku ji bo çi dixwaze Şahê Brîtanyayê bibîne, Şêx Ebdulselam dibêje ku ew dixwazê ligel wî behsa serxwebûna Kurdistanê bike.”
Serok Barzanî got jî: “Em hemû xwendekarên wê dibistanê ne. Rêbaza Barzanî ne tenê girêdana cemedana sor e. Rêbaza Barzanî, bîr û bawerî ye.”
Di dawiyê de Serok Barzanî spasiya welatiyên Duhukê kir ku mêvandariya kongreyê kirine û her wiha spasiya polîs, dijeteror, pasewanên sînor û hêzên ewlekarî yên ku di vê heyamê de karên xwe kirine kir.
Encam:
Di rastiyê de dema mirov van gotaran baş şirove bike, dixweyê ku ji berê kongreyê 14ê bicive gelek gogutuk û ,dezenfarmasyon di derbarê karê navxwe yê PDKê de hatin gotin. Propagandeyek derew di gelek waran de dihat kirin. Taybetî medya PKKê li ser kongreyê Partiyê gelek nirxandinên ecêb û ne rast dikiran. Dezenfarmasyon giha radeyekî ku, baweriyek hebû ku, piştî Kongreyê PDK dibe du beş, heta belav dibe. Lê ew kesên ku hevîya vê yekê bûn, bi dilketiyek mezin xawerin, baweriyên wan bin ax bûn, kurtahî kongreyê PDK fatiheyek li ser ruhê wan xwend.
Di gotara serok Barzani de du tiş gelek balkêş bûn.
Yek jî Barzanî behsa wesiyeta serokê nemir mistefa Barzanî kir û got: Berî ku bimire, Cenabê Barzanî wesiyet ji min û Kek Îdrîs re kir û got, divê hûn di du bedenan de bibin yek can.
Serok Barzanî dawiya axavtina xwe de şîretek li Nêşîrvan û Mesruru Barzanî kir û got: Min û Îdrîs bi dil û can wesiyeta Mela Mustefa bi cih anî.“ Her wiha got: “Min Nêçîrvan wek cîgirê xwe hilbijart û wî jî Mesrûr Barzanî pêşniyar kir. Ev jî peyameke zelal e ku ew jî wek min û Êdrîs dibin.”
Ev yek ji bo pêşeroja PDKê û miletê Kurd gelekî girîng e. Serok Barzanî ne tenê PDK ,pêşeroja miletekî spart Nêçîrvan û Mesrur.
PDK bi vê kongreyê hêviyên qirêj yên dijmina û ne xêrxwazên doza netewê Kurd têkbir û hêviyên gelek Kurd û xwêrxazên doza miletê Kurd bi hêz kir…