DYA û Rusya hevdîtinên nehînî kirine

Cîhan behsa vê îdîayê dike! Hevdîtina veşartî ya navbera DYA û Rûsyayê de eşkere bû
Di dema Şerê Ûkrayna-Rûsyayê hêja bi dijwarî berdewam dike, madya DYA îdiayek kir ku, wê rojevê bihejîne. Medya DYAyê nivîsand ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan bi şêwirmendê siyaseta derve yê Pûtîn Yuri Ushakov û hevtayê wî Nikolai Potrushev re civiya. Di nûçeyê de ku li ser esasê rayedarên DYA’yê hatiye ragihandin, armanca hevdîtinê ji holê rakirina metirsiya karesata nukleerê ye.
Şerê ku bi fermana Serokê Rûsyayê Pûtîn dest pê kirî eve 8 meh in didome. Di dema ku şer didomiya, nûçeya Wall Street Journal (WSJ)ê de hatî belavkirin wek bombeyekê kete rojeva cîhanê de.
Rojnameyê nivîsand ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan bi şêwirmendê siyaseta derve yê Pûtîn Yuri Ushakov û hevtayê wî Nikolai Potrushev re hevdîtin pêk anî. Nûçeya navborî li ser zimanê berpirsên Amerîkî yên ku navên wan nehatine eşkere kirin hatiye ragihandin..
WSJ bal kişand ku civîn ji bo hişyarkirina li hember bikaranîna çekên nukleerî li Ukraynayê û ji bo kêmkirina rîska mezinbûna pevçûnên berdewam pêk hat. Karbidestên Amerîkî ji WSJ re li ser danûstandinên Sullivan bi rayedarên Rûsî re axivîn û gotin ku Qesra Spî ji van danûstandinan ne gelek bi hêviye.
Ji aliyê din ve rojnameya Washington Post ku yek ji rojnameyên sereke yên Amerîkayê ye, nivîsî ku Amerîka zextê li Ukraynayê kir ku bi Rûsyayê re hevdîtina bike. Rojnameyê nivîsî ku Amerîka zext li Zelenskî kir ku qedexeya hevdîtina bi Pûtîn re rake û şer bi dawî bike, ji berk u DYA di nava tirsa mezinbûna şerê nukleerî de yte.