Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin

Baş tê zanîn ku dema mirov di karekî de bi serneket, divê mirov dev ji wî karî berde. Lê hezar mixabin ku ev bi salan sal e ku berpirs û serokên yek ji partî, tevger û rêxistinên me bi serneketine her ku çû ye wenda kirine. Lê hêjî li wî karê qet bi sernexistine xwe kirine bela, xwe dikin benişt û pêve dizeliqîne

Bûbê Eser

Heger civatek, partiyek, komeleyek û rêxistineke ku wendakirina xwe û ne biserketina
xwe nebîne. Tehamula vê neke û kêmaniyên xwe bi awayekî maqûl nebêje, li xwe
rexne neke, hûn bizanibin ew têk çûye. Sedema nebiserketina xwe bixe hustiyê
hinên din an ji bona wendakirinên xwe hin sedemên ne li cih bibîne, hûn bizanibin ew
mirî ye. Rêber û pêşevanê civetê weha bin, li wir siyaseta neteweyî kuştine. Dema
partî, komele û ew tevger ne pêşketî, zana û bîrewir bin dê tu caran bi sernekevin.
Di civetên pêşketî, partî, komele û rêxistinên zîrek û demokrat de sedemên
nebiserketina xwe lêkolîn dikin wan dibîne û li gor wê jî xwe hazir û amade dike. Ji
bona careke din wenda neke û bi serkev e, guherandinan dike. Hezar mixabin ev di
nava siyaseta bakurê Kurdistanê de tune ye. Ji ber çiqasî wenda bikin jî wê weke
serketinê dibînin.

Li bakurê Kurdistanê ji roja Partî Demokrata Kurdistanê li bakurê Kurdistan di sala
1965an de hate damezrandinê û heta roja îro, bi awayekî berfireh partî, rêxistin û
tevger hatine vekirin. Lê vana hemiyan di vê pêvajoya dirêj de ji bona yekîtiyeke
neteweyî li bakurê kurdistanê pêk bê, karên pêwîst û dihate xwestinê pekneanîn.
Li bakurê Kurdisanê, bi darbeya leşkerî ya sala 1980ê hemî bûne weke tu noka li
kevir bixe. Tar û mar bûn. Bi çol, kuçe û kolanên Ewropa ketin. Rev û belavbûna wan
ya destpêkê mirov dikare weha li qelemê bide û binivîsîne.

Yek: Ji ber ku partî û tevgerên wê demê bê tecrube bûn. Dudo: Li ser hizr û baweriya
neteweyî xwe bi rêxistinî nekiribûn. Sisê: Dîroka xwe nizanîbûn. Çar: perwerdeya
wan bi zimanê tirkî bû. Loma bîr û baweriyên neteweyî bi tevan re kêm bû. Ji ber ku
piraniya wan di bin bandora îdeolojiyan xwe bi rêxistinî kiribûn.
Ji ber nezaniya dîroka xwe û nenasina mezinên xwe, nikaribûn xwe li ber agirê 12
îlona sala 1980 bigirtana. Loma wî agirî piraniya wan şewitandin û hêjî dişewitîne.
Seqet û di ware nevsî de bi çûk ketibûn. Piştî sala 2000an ku hin îmkan vebûn da ku
hin ji nû de xwe bi rêxistinî bikin, hinan jî wê rêxistina xwe ya wenda kiribû, xwestin
zindî bikin. Li gor min wê demê ev destpêkek baş bû.
Lê wê destpêkê dîsa li gor îdeolijiyan xwe bi rêxistinî kirin. Rol û erkê pêwîst pêk
neanîn. Her kesên ku wenda kiribûn, têk çûbûn ji nû de rabûn da ku wê têkçûna xwe,
bi rêyeke nû şolî bikin û kirin. Ji ber ku hin ji wan kesên wenda kiribûn, di warê nefsî
de nexweş bûn, di siyasetê de nezanbûn. Xwestin xwe bi rêxistinî bikin. Lê fêm
nekirin ku li ser asasê xerabe wê tu avahiyên mezin pêk neyê.
Her hinan ji wan di warekî de berxwedan. Dîsa bûne weke salên berî 1980 û ketin
nava xebatê da ku xelkê xwe ji nû de bi rêxistinî bikin. Ev jî baş bû. Lê ji bîr kirin ku
êdî dem ne ew dema berê bû û xelk jî êdî ne ew xelkê berê bû. Loma ji wan yekî jî tu
serketin bi dest neanîn.

Li gor min, ji bona qelsiyên xwe, kêmaniyên xwe, şaşiyên xwe veşêrin herkesan li ser
girekî Kurdistanê kon vekirin. Çend kesên xwe jî peyde kirin. Hinan bi navê nû û
hinan jî bi navên nû xwe xwestin karekî ji bona xwe û berjewendiyên xwe bikin.

Xwe teng hiştin, neteweyî nefikirîn. Ji bona azadiya gelê li ber têkçûnê xebatên
hevbeş û damezrandina eniyeke neteweyî nekirin. Ji ber ku di karekî weha de dê
gelek kes ji berpirsiyariya xwe, ji berjewendiyên xwe yên şexşî bimana. Loma heta
niha jî ew eniya neteweyî ku daxwaza her kurdekî kurdistanî ye pêk neanîn û bawer
nakim di demeke kurt de pêk jî bînin.
Dipirsim û dibersivînim ku îro ji bona bakurê Kurdistanê çi lazim û pêwîst e?
Divê çi bê kirin da ku em wî zimanê gelê xwe ê li ber têkçûnê ye biparêzin û wê
dîroka gelê xwe ya heta niha nehat û nayê zanîn, bidin zanîn da ku êdî gel li gor
dîroka xwe, bi serketin û wendakirinên xwe tevbigerin.

Baş tê zanîn ku dema mirov di karekî de bi serneket, divê mirov dev ji wî karî berde.
Lê hezar mixabin ku ev bi salan sal e ku berpirs û serokên yek ji partî, tevger û
rêxistinên me bi serneketine her ku çû ye wenda kirine. Lê hêjî li wî karê qet bi
sernexistine xwe kirine bela, xwe dikin benişt û pêve dizeliqîne.
Ma gelo hatiye bihistin ku yek ji wan rêber û serokên bakurê kurdistanê wendabûnên
xwe bi awayekî mutawazî û li xwe rexnekirinê anîne zimên? NA dibêjim ji ber ku min
heta niha nedîtiye. Hejmara wan ji hezaran daketiye dehan, hê jî xwe serketî dizanin.
Bi kirinên xwe êdî siyaseta partîtiyê li ber çavên xelkê reş kirine. Loma fireh û serketî
nabin. Ji ber xelk ango gel êdî ji siyaseta nebiserketî aciz bûne.
Kurt û kurmancî divê siyasetmedarên me êdî dev ji vê yeka xwe ya ku em ê bi
serkevin berdin. Ew jî em jî êdî baş dizanin ku partî, tevger û rêxistinên heyî piraniya
wan ketine bin berjewendiya sexsan. Ji ber vê ye wan şexsana naxwazin hêzeke
neteweyî pêk bê.

Divê çi bê kirin ku em ji vê rewşê azad bibin?
Ez baş dizanin ku wan partî û tevgerên bi deh kesan dev ji ya ez û ez ê bernadin. Em
êdî divê karê siyasî ji wan siyasetmedarên me yên di siyasetê de wenda kirine bihêlin
û dest bavêjin karên çand û hunera vî gelî, dîrok û folklora vî miletî, ziman û çanda
kurdan da ku wan li wan vegerîne.
Heta ku em nebin em, êdî tu tiştên dê bikaribe me ji vê rewşa xerab azad bike tune
ye. Em divê êdî karê siyasî ji siyasetmadarên xwe yên bi sernektine bihêlin. Em karê
partîtiyê ji wan kesên tenê berjewendiya xwe difikirin ku partî û tevgeran ji bona
berjewendiyên xwe bi kar tînin, bihêlin.
Divê destpêkek nû li bakurê Kurdistanê bê destpêkirin. Ew jî li gor min damezrandina
dezgeheke ku bikaribe hemî rewşebîr, nivîskar, hunermendên kurd ûhwd di bin
siwaneke tenha bi van mijûl bin, bicivîne. Di bin konekî weha de divê armanc, kar û
xebat tenha ji bona ziman, dîrok û hunera kurdî be. Di dezgeheke weha de divê
siyasetmedar cih negirin.
Ji bona konekî weha bê vekirinê divê mirov çawa û ji ku de destpê bike da ku mirov
bi serbikeve. Nerîna min ew e ku divê mirov ji zimên de destpê bike. Divê mirov bi
rêbertiya dezgeheke weha de zimanê dagirkeran li xwe û kesên ku di bin vî konî de
cihê xwe bigirin, qedexe bike.

Bi pêşevaniya dezgeheke weha divê dersên zimên, dîrok û folklora kurdî bi awayekî
berfireh bê dayîn û zanîn. Heta ku miletê kolonî weke Kurdistanê dîroka xwe, ziman û
adetên xwe baş fêr nebe, wê nikaribe azadiyê jî bibîne.
Li gor min nebiserketina hemî partî, tevger û rêxistinên bakurê kurdistanê ji ber van
kêmaniyan in. Ji ber ku siyasetê bi zimanê xwe nakin. Dîrokê fêrî endam û gelê xwe
nakin. Miletekî kolonî weke Kurdistanê bi ziman û dîroka gelekî din nikare xwe azad
bike.
Kerem bikin li ser vekirina konek ango dezgeheke weke min got, em bi hevre
munaqeşe bikin da ku em bikaribin zimanê xwe ê êşa mirinê dikşîne xilas bikin.
Werin di bin konekî weha de em xwe û gelê xwe fêrî dîroka wî bikin da ku di wê
dîrokê de çi hatiye serê bav û bapîran bizanibin.
Heger ziman û fêrbûna dîrokê bi dest ket aha wê demê him wê karê partiyên siyasî û
siyasetmedarên me rehet bibe him jî tê gelê xwe fêrî dîroka wî bi zimanê wî bike. Ji
ber ku ziman hebûn e.
Helbet ji bona vekirin an damezrandina dezgeheke weha gelek pêşniyarên min hene.
Lê min xwest ku em bi awayekî gelemperî û ji siyaseta partîtî dûr vê bi hevre
munaqeşe bikin ku bê em ê bighêjin çi encamê.
Ji bona zimanekî zindî û dîrokek vekirî divê em xwe di bin konekî neteweyî de bikin
yek. Ev yekîtî bila bibe yekîtiya rewşenbîr, hunermend û nivîskarên bakurê
Kurdistanê. Heger me ziman ji êşa mirinê û rastiya dîroka wendayî da gelê xwe, hûn
bizanibin aha wê demê dê azadî li ber deriyê me be…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: