Manîfestoya Şoreşa Jîna; Şoreşa Serxwebûna Kurdistanê

‘Şoreşa Jîna’ weke şoreşeke nû li Rojhilatê Kurdistanê ku piştî kuştina Jîna ya 22 salî li bajarê Tehranê paytexta dagîrkerên Îranî bi destê polîsên exlaq û ji bo parastina girîngtirîn nirxên siyasî/îdeolojîk ên desthilata Îslamî ya vê Komara Îranî, dest pê kir û heya qutkirina destê vê rejîmê li ser axa Rojhilatê Kurdistanê dê berdewam bike. Şoreşa Jîna bilindtirîn nirxên mirovatiyê aniye ser zimanê bi milyonan azadîxwazên Kurdistanî û ne Kurdistanî û semboleke cîhanî ya parastina jiyanê berhem aniye. Serdestiya nêrîna jinane di Şoreşa Jîna da îspat kiriye ku şoreş dikare bo tevahiya mirovahiyê be, lê ji ber taybetmendiya pirsa mirov di civakên cuda cuda da, dibe ku şêwaz, pêvajo û encamên vê şoreşê di her civakekê da bi rengê xwe xuya bike. Ji ber vê yekê, bi şertê bi fermî nasîn û parastina mafê serweriya neteweyan, ew şoreş dikare derfetek be ji bo xebatek cîhanî li dijî dîktatorî û zordarî li ser mirovan. Jin û bi taybet jinên Kurdistanî ku xwediyên sereke yên destpêk û berdewamiya Şoreşa Jîna ne, îspat kirine ku dikarin pêşrewên rizgariya neteweyên dagîrkirî, azadiya mirovên bindest û her wisa afirandina cîhaneke din bin.
Kurdistan weke koloniyeke cîhanî û herêmî û bi taybet weke koloniya dewletên dagîrker ên Îran, Tirkiye, Syria û Îrak ku bi sedan salan hatiye dagîrkirin, lê di vê pêvajoya niha da neteweya Kurd û mirovên Kurdistanî ji bo cîbecî kirina erkên exlaqî, siyasî û miroviyên xwe dengê xwe yê serxwebûnxwaz bilind kirine û weke hemû neteweyên din ên xwedî serwerî di vê cîhanê da mafê serweriyê li ser ax û niştîmana xwe ya kevnar diparêzin û dizanin tenê serxwebûn û dewleta neteweyî ya Kurdistanê berdewambûna Kurdan di dîrokê da weke netewe garantî dike. Hestê kolektîv û zelal ê netewbûnê û xwe nasandina Kurd weke netewe di giyanê xwe da helgirê mafê bingehîn e ji bo serweriyê û hîç projeyeke siyasî nikare xwezayîbûn û rewabûna vê mafê kêm bike.
Jiyana çend nifşên Rojhlatê Kurdistanê di rewşa dagîrkariyê da û di bin desthilata hikumetên totalîter, dîktator û dijî mirovî di herdu serdemên dewlet-neteweya Îranî da û her wisa jiyana îro di serdema înformatîk da, civaka Rojhilatê Kurdistanê pêdagir kiriye li ser serxistina Şoreşa Jîna weke şoreşek ji bo şikandina hemû berbestên ser rêya demokrasî, azadî, serwerî û ewlehî di nav sînorên siyasî yên Kurdistanê da.
‘Şoreşa Jîna’ weke bizaveke serbixwe û bi pêşengiya jin, ciwan û nifşa nû ya Kurdistanî li Rojhilat ne şoreşeke ji bo serxistina armanc û nirxên ‘yên din’ ên Kurdistanê. Belê bizaveke rûn û zelal û niştîmanparêz e ku Kurdistanê wek beşek ji coxrafiya dagîrkeran nabîne, her wisa her hewlek ji bo serwerî û hegemoniya dagîrker li ser ax, xelk, armanc û mafên netewî yên Kurdistanê red dike. Di rastî da Şoreşa Jîna heya vê çirkeyê armanca xwe bi xwîna dehan keç û xortên xwe parastiye û berdewam jî dibe.
‘Şoreşa Jîna’ êdî tenê bûyereke bilez û hêrsbûneke ji nişka ve ya xelkê li hember dagîrker nîne, belê bizaveke rêkxistî li ser axa Kurdistanê ye ku di kêleka neteweyên din ên bin dagîrkirina Îranê ji bo mafên mirovî, siyasî û civakî yên xwe dixwaze vê rewişê ber bi rêya berjewendiya neteweyî ya Kurdistanê bibe. Şoreşa Jîna bizaveke dînamîk e ku ji xêncê hilweşandina desthilat û hegemoniya dagîrker li ser axa Kurdistanê, ji bo amadekirina bingehên dewleta neteweyî û her wisa pêşxistina proseya netewesazî li Rojhilatê Kurdistanê xebat dike.
Jin, Jiyan, Azadi, Serwerî û Serxwebûn
Şoreşa Jîna,
Şoreşa Serxwebûna Kurdistan