Polîtîk

Barzanî:Rêbaza Barzanî ne tenê girêdana cemedana sor e. Rêbaza Barzanî, bîr û bawerî ye.

Serok Barzanî bi dawîhatina kongreya PDKê ya 14emîn li Duhokê bi amadebûna endamên kongreyê gotarek pêşkêş kir.

Di destpêka gotara xwe de Serok Barzanî got: “Spas ji Xwedê re kongreya me serkeftî bû.” Her wiha Spasiya endamên Komîsyon û Dadweran kir ku serpereştiya hilbijartinan kirine û encamên hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê eşkere kirine.

Serok Barzanî di axaftina xwe de ji endamên kongreyê re got: “Niha ji dema hîmetê ye, madam partiya we bi ser ketiye, em hemû bi ser ketine. Serok Barzanî her wiha ji namzedên ku bi ser neketine xwest ku dilgiran nebin û PDKê ti endamekî wê zêde nîne.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Şaşitiyeke mezin heye, eger hûn desthilatê bidin min ez ê çareser bikim. Ez dibînim ku di lîsteyê de ti xwişk û birayên me yên Êzîdî nînin û divê ev yek were rastkirin.”

Serok Barzanî amaje bi wesiyeta Mela Mustefa Barzanî kir û got: “Min û Îdrîs bi dil û can wesiyeta Mela Mustefa bi cih anî.“ Her wiha got: “Min Nêçîrvan wek cîgirê xwe hilbijart û wî jî Mesrûr Barzanî pêşniyar kir. Ev jî peyameke zelal e ku ew jî wek min û Êdrîs dibin.”

Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji wan her duyan re xwast û got: “Ez jî heman wesiyeta Mele Mustefa Barzanî li wan dikim û ez ê bi her awayî piştgîriya wan bikim.”

Di beşeke din gotara xwe de Serok Barzanî amaje bi bûyereke dîrokî kir û got: “Di salên 1905 – 1906an de, Şêx Ebdulselam Barzanî rojhilatnasekî Brîtanî dît û jê daxwaz kir ku alîkar be ji bi Şahê Brîtanyayê bibîne. Wî rojhilatnasî ji Şêx Ebdulselan pirsî ku ji bo çi dixwaze Şahê Brîtanyayê bibîne, Şêx Ebdulselam dibêje ku ew dixwazê ligel wî behsa serxwebûna Kurdistanê bike.”

Serok Barzanî got jî: “Em hemû xwendekarên wê dibistanê ne. Rêbaza Barzanî ne tenê girêdana cemedana sor e. Rêbaza Barzanî, bîr û bawerî ye.”

Di dawiyê de Serok Barzanî spasiya welatiyên Duhukê kir ku mêvandariya kongreyê kirine û her wiha spasiya polîs, dijeteror, pasewanên sînor û hêzên ewlekarî yên ku di vê heyamê de karên xwe kirine kir.

Back to top button