Kongreya Netewî û PKK

Kongreya Netewî ji salên 70î heta niha di rojeva Tevgera azadixwaz a Kurd de ye. Taybetî salên 80î ev pirs gelek germ bû û hinek komisyon jî hatin avakirin. Lê tu encam jê derneket.

Herweha  ji 6-7 salan hirve serokê Kurdistanê Mesud barzanî behsa pêkanîna kongreyek netewî dike. Lê heta wek îro mercên civandina kongreyek bi vî awayî pêyda nebû. Ji ber vê jî niha cardin ji bo civandina kongreyê kar tê kirin.

Wek tê zanîn bi daxwaziya Ocalan kongreyek li Enqere, li Diyarbekir û Burukselê hate darxistin. Herweha Ocalan daxwaz kirîbû ku kongreya 4em jî li Hewlêrê bête li darxistin.

Ji bo vê jî ji nihave PKK di medya xwe de dide nîşandan ku ev kongre berdewamiya kongreyên  Enqere, Diyarbekir û Brukselê ye. Kongreya Hewlêr ne berdewamiya kongreyên ku Ocalan daxwaz kiriye û ev kongre ne li ser daxwaza Ocalan çidibe. Eger welê be, ji serî de tu encam jê dernakeve û beravêtiye. Ji ber ku encama hersê kongreyên din zelale. Tenê dîtinên Ocalan û PKKê û siyaseta wan di van kongreyan de hatiye pejirandin.

Ji nihave medya PKKê bi awayek ne rast behsa armanc a kongereya ku li Hewlêr bicive dike. Ev yek jî ji tirsek siyasî peyda dibe.

Niha li ser bingehek netewî û ji bo pejirandina pirsa netewî kongreyek bicive û di vê kongreyê de kurd nirxên xwe yên netewî bidin pêş û destkeftiyên netewî biparêzin û herweha di perspektîfek netewî re li pirsên herêmê û cîhanê binirxînin û ji bo çareseriya pirsa kurd destxistina mafên rewa yên netewî bingeh bigrin gavek erêniye û pîroz e.

Dê hinge mirov gelek zelaltir bibîne ku ne kurdên ji derê PKKê ji dev destkeftiyên netewî berdidin û berbi siyaseta entegrekirina Kurdan li aliyên din ve diçin. Lê himber vê mimkine ku PKK ne çar bimîne berbi netewiyetê ve biçe.

Ji berî her tiştekî niha gelek zûye ku mirov behsa encamê vî kongreyî bike. Lê eger encam ne li gora pîvanên neteweyî bin dê mirov rexne bike. Lê eger encam li gora pîvanên neteweyî bin divê pişgirî bête kirin.

Mimkine ji aliyê teknîkî û tiştên din ve hinek rexne hebin. Ev babetek din e. Lê di rastiya xwe de mirov berjewendiyên netewî bingeh bigre û kongreya netewî şirove bike  dê behtir rastî cihê xwe bigre.

Di pêvajoya siyasî de, Başûrê Kurdistanê û taybetî siyaseta serokê Kurdistanê bûye nawenda mercîyeta netewî ji bo hemû Kurdan. Nabe bi tu awayî ev nawend têk herê û baweriya xelkekî li vê nawendê kêm bibe. Ji ber ku di roja me de ev nawend demana parastin û destkeftiyên netewî ye.

Dema em rexnegiriyê de vê yekê wek pîvanekî bigrin, dê ev babet jî rasteqînîtir bête gengeşe kirin.

Gotara Serokê Kurdistanê di civîna ji bo amadekirina kongreya netewî de kirî baş bête nirxandin dê mirov behtir bikaribe dahatûya kongreyê jî bibîne.

23.7.2013
Dara Bilek

Nêrînek

  1. silav û rêz,nivîsete min xwend û ez di xwê nim,bi dil can te piroz dikim,le wek tû zanê gelê me bi rûmete û fedekâra,hewjebûna wî bi yekîtî yê ra heye,li ser vî war û ramana divê em meşeke bi heja,zû û gelek zûtir bidin meşandin,bikin jîyane,dema 2014' de em dernekevin kolana û nav gel,kêmasîka mezin wê çêbibê,sila û rez jibon cenabete weyî heja û mirovê mîna wek we,ez gelek di xwazim bem Başûr,lê îmkan û mecal tüneye,abori bela sere meye…

  2. Wela min bi xwe tu wate neda vê nivisandine ji ber nivisek teng hin disibe nivisên dijbertiya berê ya partiyan. ji xwe hinek kes xwe u siyaseta xwe li ser nakokiyan u dijbertiya partiyan dimesinin yani nanê xwe pê dixwen. ez cend nivisên birêz dixwünim zidetiri xwe ev yek têdaye. yek dibe serokê Kurdistanê birêz Mesut BARZANI tu cari doza hemu Kurdistanê ne kiriye. didu birêz BARZANI bi nave sê serokên Kurdan dawetname sand u PKK ê ev yêk erê kir u li ser vê yekê li hev kirin. wê deme ci pêwisti bi vê yeke heye tu hewl bidi mesele Kur biki?

Nerîna min :