Civîna Hewlêrê û Kongreya Netewî

Em Kurd karin gelek navên xweş li civîn û kongreyên xwe bikin. Di vî warî de em pir jêhatîne. Lê em çi qas li gor wan navan tevdigerin? Ev pirsgirêkek mezin e.
Di van demên dawî de, ji devê tu kesî peyva “Kongreya Netewî” kêm nabe. Bi rastî jî ev peyv kelecaneke dide me gişa. Em bi salan e bi hesreta vê kongreyêne. Ser xêrê be! Way ji bo kongreya netewî civînek jî çêbû.
Em çi qas bi hesreta vê kongreyê mabin jî; divê em li amadekirin, naverok û alîyên ku wê beşdarî vê kongreyê bibin miqate bin. Ger em navê wî dikin “Kongreya Netewî” divê em li gor wê navê tevbigerin û hêzên ku beşdarî vê kongreyê bibin jî divê hêzên netewî bin.
Bê guman, yekîtîya Kurdan(netewî) mijareke girîng û pêwîst e. Yekîtîya netewî jî divê li ser bingeheke netewî, li ser nirxên netewî bê ava kirin. Ev nirx; zimanê me, ala me, çanda me û mafê dewletbûna me ye. Ger rêxistinek her çi qas bi laşê xwe Kurd be jî, ger bingeha wî ne van nirxên netewî be em nikarin ji wê rêxistinê bibêjin rêxistinek netewî û beşdarbûna civîn û kongreyên netewî ya rêxistinek bi vî rengî ne rast e. Ewê bibe sedema pirsgirêkan û ji dêvla pêşveçûnê ewê me paş de bihêle.
Mixabin îro tiştê ku diqewime ev e. Hêzên netewî û nenetewî bi hev re ji bo “Kongreya Netewî” li Başûr civînek li dar xistin.
Bawerî nade min ku bi hêzên nenetewî encamek netewî derkeve ji van civîn û konferansan. Neyta hêzên netewî yên ku beşdarî vê konferansê bûne çi be jî û çi qas bi başî bifikirin jî, divê dîrokê ji bîr nekin. Hîn salek nebû ku hêzên nenetewî biryarên ku li ser bi hev kiribûn binpê kirin. Îro dîsa çawa bawerî bi van hêzan tînin?
Banga min ewe; em yekîtîya xwe yê netewî xurt bikin. Civîn û kongrêyên netewî li dar bixin. Lê divê em wan tiştan bi hêzên netewî bikin. Şaşîyên ku me berê kirîye, îro dubare nekin.
Roger ÇAXER