Nivîsar

Kongreya Netewî ji xeyalan ber bi rastiyê ve

Ev ji sed salî zêdetir ke ku miletê kurd bo xeyalên xwe têdikoşe, şer dike, tê qirkirin, wêran dibe, koçber dibe, keç û lawên wê têne bidarvekirin, lê meşa gîhaştina bo xeyalên xwe bêrawestan dom dike. Dîroka miletên dinê û lê dîroka miletê me jî bi mînakan dagirtî ye ku ew ê nikaribin bo xeyalên xwe şer bikin, nikarin bighêjin wan.

Divê bê destnîşankirin ku asta îro miletê kurd gîhaştiyê di hin waran de ji xeyalan jî wêdetir, mucîze ye. Rojhilatanavîn ji aliyê şer û nakokiyên etnîkî û olî, yek ji deverên herî tevîhev û dijwar ê dinyayê ye. Lê dever, di heman demê de weka goristana grûbên etnîkî û şaristaniyan e jî. Bi taybet, xweparaztina miletê kurd, di bin dagirkeriya tirkan de mmucîze ye. Ji kurdan pê ve hemû etnîteyên dinê mihîyan, ji holê rabûn.

Bêguman, yek ji xeyalên me yên van sîh salên bohirî civandina Kongereyeke Netewî bû. Tê bîra me gelekan ku hê di salên 1980yî de ev yek mijareke sereke ya partî û rêxsitinên kurd bû. Bang bo wê dihatine kirin, sêqolî, çarqolî însîyatîf bo wê dihatine çêkirin, lê her carê jî hewldanên di vê derbarê d bêencam diman. Bêşik, bicîhanîn û nebicîhanîna erkeke wisa muhîm, gelek cara ne bi destê kurdan bi tenê ye. Şert û mercên welatê me, partî û rêxsitinên me mecbûrî hin pêwendî û têkiliyên bi dewletên ji yekîtiya miletê kurd, ji bihevşêwirandina partî û rêxistinên kurd, bi Kongereyeke Netwî ya Kurdistanî, ne razî. Her carê ku ev mijar dihate rojevê û gav bo wê dihatine avêtin, yek ji xwedanê van pêwendî û têkiliyan, rê li ber digirt û hewldan pûç dikirin.

Biryara civandina Kongreya Netewî ya Kurdistanê, diyardeyeke herî berbiçav ya derketina ji bin tesîrên pêwendiyên bi Tirkîye, Îran, Îraq û Sûrîyeyê, ye. Di evan pêncî salên dawî de, ne Tevgera Kurdsîtanî ev çendî bihêz, biqalîte û xwedîînsîyatîf bûye û ne jî konjuktûra herêmê û dinyayê ev çendî musaîd bûye. Derfeta li pêşiya miletê me ewqas mezin e ku divê em bi lez ji hisabin biçûk bîdûr kevin û em bi hemû enerjî, zanyarî û dînamîzmên xwe li dora aqilek hevbeş û kollektîf bicivin.

Ji sebebê Abdullah Ocalan banga wê kiriye, li hember vê Kongereya Netweyî derketin,  ne sebebek rast û ne jî sebebek dicîh de ye. Carekê, ev mijar her di rojeva tevgerên Kurd de bû ye. Ya duyem; ya girîng ne ev e ku kî bang kirîye, dê encamê vê bangê çi bin, a muhîm divê ev be. Welew ku ev Kongre weka ku tê îdîakirin bi banga Ocalan bê lidarxistin jî, siberoja miletê me, li ser me ferz dike ku em piştgiriyê bidin vê Kongreyê. 

Derheq van îdîa û bisebebkirinê, rastiyeke dinê jî heye ku her çi banga vê Kongreyê li ser navê  Celal talebanî, Abdullah Ocalan û Mesûd Barzanî hatibe kirin jî, berpirsiyariya giran para Mesûd Barzanî ye. Cîhê serbilindiyê ye ku Kongereyea Netwî ne li Anqerê, li Şamê, li Tehranê an li welatekê dinê li payetxta pareçeyek ji welatê me, ne bi mazûnbaniya Mala Esad, MÎTê an Sawakê, bi mazûbaniya serokdewletê me tê lidarxsitin.

Helbet em dizanin ku kes û grûbên ji civandina vê Kongreyê ne razî di nava Kurdan de hene û tiştên bêne kirin çendî mukemmel bin jî ew ê her hebin. Lê diyar û eşkere ye, hêviyên ji vê Kongreyê gelekî mezin in. Em dilxweş û serbilind in ku îro parçeyek ji welatê me azad e, di rêya dewletbûnê de ketiye rêyeke bêveger, cîhê şanaziyê ye ku Rojavayê welatê me di arîfeya azadbûnê de ye. Helbet xetera li ser Rojava hê  heye û mezin e. Ev Kongre bi xwedîlêderketina li Rojava dikare xeteran pûç û lawaz bike.

Bêşik, ev Kongre nikare bo hemû paraçeyên Kurdistanê stratejiyeke hevbeş destnîşan bike. Lê dikare ji dost û dijmin re berbiçav bike ku Kurd miletek e, xwedî welatek e û ew ê dev ji erka li welatê xwe bidestxistina mafê desthilatdariyê bernede. Hema staretejiyeke wisa bi gelemperî jî wê maneviyeta miletê Kurd li her parçeyî bilind bike, dînamîkên tekoşînê bihêztir bike.

Bi qenaeta min pirsa stratejîk ya vê Kongreyê, pirsa rojev, selahiyetên wê, awa û şêweyên bicîhanîna biryar û encamên wê ne. Ango dê di kîjan ast û dercê de rêxsitin û partiyên Kurdîstanê li gorî biryar û encamên vê Kongreyê tevbigerin û îradeya Kongreyê qebûl bikin. Pirseke dinê ku helbet ew jî girîng e, pirsa beşadriya Kongreyê ye. Ne heweceyî gotinê ye ku Kongreyên Netweyî ne tenê ji partî û rêxistinên siyasî pêk tên. Bo Kongreyeke temsîla netweyî, xwedî refleksên bihêz, gohdarî û îtaeta lê, beşdariyeke fireh ya hemû hêz û grûbên heyî, temsîla hemû grûbên olî, etnîkî û sosyal, temsîla rewşenbîr, hunermend, nîvîskar, saziyên sivîl û pîşeyî û temsîla du mîlyon kurdên li dervayî welêt, pêwist dike.

Di vê pirsê de bareke girîng di stûyê Komîteya Amadeker de ye. Divê neyê jibîrkirin ku di sîstema beşdariyê û hilbijartina nûnerên dervayî partî û rêxsitinan de bi dadmendî tevnegerin, dê mêzêna beşdariya Kongreyê jî xira bikin. Û çaxê behsa beşdarî û temsîla saziyên sivîl tê kirin, behs ne behsa ew saziyên navê wan sivîl li di eslê xwe de weka rêxsitinên partiyeke siyasî ne. Di vê neyê jibîrkirin ku di civîna bo amadekariyên Kongreyê de hin saziyên weka ÎHD û KESKê hebûn ku kesî sebebê beşdariya wan fêm nekir. Ev herdu sazî jî ne saziyên mîllî ne û weka wan bi sedan sazîyên sivîl li Tirkiyê û belkî li Îraqê û Îranê jî hene.

Hêviyên ji vê Kongreyê mezin in û daxwaz ev e ku hêvî neyên pûçkirin !

Şefîk Pêşeng

Back to top button