Nivîsar

Herkes nikare daxwaza serxwebûne bike

Di van demên dawî de gelek tiştên balkêş qewimîn, rêxistinên ne netewî daxwaza yekîtî û serxwebûyîna Kurdistan ê kirin.

Li ser vê mijarê listikên cur bi cur tê lîstin. Dîrok zanyare hemu tiştan nîşan dike, ên ixanetê li Kurdistanê kiriye û bi dijminan re axa niştiman par par kirîye û hêjî dikin nikarin daxwaza serxwebûne bikin!

Ew rexîstin û kesên derewkar piştre rûyê xwe yê qirêj û fikrên xwe yê fahş dîsa derxistin hole û dest bi îxaneta xweyî bê dawî dîsa kirin. Li Hewlêre daxwaza yekîtîye dikin tê li tirkî bi mit’re rudinin û bi birayên xwere li hev dikin li gor ew biryarên kû hatîye danîn hereket dikin.

Kesên kû dibêjin em şoreşgerin û mafê Kurd an diparêzin ji xwe xapandinê pêv e tiştekî din nakin! Ên dibêjin hûn deng nekin bisekinin û li rewşê binerin an ji rexne kirine ditirsin an jî ew tiştên kû cur bi cur tê lîstin qebûl dikin.

Gelek caran daxûyani dan û gotin armanca me ne Kurdistan e, armanca me ji bo surîyeke demokratik e, armanca me ne parkirina tirkîyeyê ye û dîsa gotin armanca me ne sînor rakirin e lê belê jibo mîsak-î mîllî jî qirka xwe diqetinin..

Tiştekî zelal heye ger mijar nirxên me yê netewêyî be em li hember ixanetçîyan bê deng namînin. Her tişt tê û diçe nirxên neteweyî li cîh dimîne ên xwe li ser van nirxan bi qiymettir bibîne emê li hember wan dîsa weke çîya bisekinin.

Ka bipirsin bê armanca wan çîye?

Zerdeşt Hîvbaz

Back to top button