"Kongreya Netewî" çênabe

Komiteya amadekarê “Kongreya Netewî“ civîna xwe li Hewlêr pêkanî. Herweha piştî civînê daxuyaniyek belav kir û ji bo ku kongre di dema hatî diyarkirin de  nekariye civîna xwe pêkbîne lêborîna xwe ji xelkê Kurdistanê xwest.

Di rastiya xwe de divê vêca komîta amadekar rastiyê bibîne û ne xwe û nejî gelên Kurdistanê nexapîne û rastiya heyî bi awayek eşkere bide diyarkirin.

Tê zanîn ku kongre ji bo helwesta û kiryarên PKKê û derdora vê rêxistina nikarê bicive. Ji berî her tiştekî dema kongreyek netewî bicivê kêmasî divê li ser nirxên netewî yên Kurdian li hev bikin.

PKK vekirî nêrxên netewî wek Ala Kurdistanê nirxê xwe nabîne. Ala Kurdistanê wek ala Kurdistana Başûr dibîne. Başê eger bi vî awayîbe sibehî civînek pêkwerê jî nabê Kongreya Netewî. Navek din li wê civînê tê kirin.

Beşek din yê daxuyaniya komita amadekar de tê gotin: Hêvîdarîn ku pirsgirêk û giriftên siyasiyan bi diyalog û bi girîngî wergirtina berjewendiya bilinda neteweyî bêne çareser kirin ku eve jî ji bo sazkirina kongreyê bingehê xweştir dike.

Raste divê her giriftiyek heyî bi rêya diyalogê û danûstandinê bête çareserkirin,  berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bête girtin  her tişt hesanîtir dibe. Vêca ji xwe tişta ku PKK nake ev bi xwe ye.

Berjewendiyên netewî qet qebûl nake. Berjewendiyên hinek dewletên herêmê û berjewendiyên rêxistinî û kesayetî li ser hemû tiştekî re digire.

Bi van civînan demek zêde tê windakirin. Divê rojek zûtirîn rastiya heyî bi daxuyaniyekî bête eşkerekirin û ji bo amadekirina zemînek ku hêzên Netewî yên Kurd û Kurdistanî bêne ba hev xebat bête kirin.

D.Jêlî/Rojevakurd

Nerîna min :