Nivîsar

Rojev û damezirandina HDP

Di van salên dawî da, bi çî awayî dibe bila bibe, hin kes dixwazin her tim di nav gelê Kurd da, xwe di rojevê da zindî bihêlin. Gelê Kurd jî ramanek gelek dirêj na ke, gotin û kiryarên berî demek zû jibîr dike, li ser kiryaran û rojevê ji xwe pirsan nake gelo çima rojev tête guhartin û li sebeba pirsan nagere?.

Kesên ku derdê wan ne şîyarkirina gel e, derdê wan ev e ku di roajevê da cî bigrin, bi kiryarên xwe, gelê Kurd bixapînin û bi ve xapandinê her dem xwe di rojevê da bi awayek zexim bidin nîşandan. Piştî demek kin tiştek nû dikin rojevê û datînin ber gel, fersendê nadin ramankirina gel.

Demekî ev kesên di rojevmanê da parlamena Kurd damezirandın, di nav gel da parlamenan hilbijartin. Demek kin di dû da dev ji parlamenê berdan, gotin “Me dewlet damezirandîye, em nasnama şexsan(nifus cizdanî) belav dikin, navên xwe bidin qeydkirin ku em nasnama şexsê we çê kin.” Piştî demek gotin “Me dadgehên Kurd sazkirî ye, pirsgirêkên xwe werin li cem me bidin çareserkirin.”  Demek gotin “Ordîya me temame neçin eskerîya dewletê.” Di vê gotina xwe da belkî heqê wan hebû.

Di nav gel da gelek komel, sazûmanên sivîl û partî hatin damezirandin. Hin partîyan, komel û sazûmanan  dewletê qedexe kir hinan jî  kesên bi fermanek damezirandibûn dîsa bi fermanek van komel, sazûman û partîyan peşkilandin, tiştek dî nû dan pêşîya gel, komel, sazuman an jî partîya peşkilandî bi gel dan jibîrkirin, tiştê ku nû dan pêşîya gel bi rûmet û qîmet kirin. Dîsa pişt^demek vî tiştê nû ji rûmet û qîmetê xistin berê gel danê cîyek dî…

Di nav gelê Kurd da demeke  BDP heye. Têt gotin ku BDP partîya Kurda ye. Belê biramana min ev partîya şexsek e. Çî emir û fermanên ji Îmralîyê derdikevin BDP wan emir û fermanan bê gengeşekirin pêk tîne. Ji bo gelê Kurd di nav gel da partîyek dî ku ji BDPyê dewlemendtire tune gel mecbûr dimîne piştgirtîya BDP dike. Ber^demek kin DTP /Demokratik Toplum Partisi) hebû. Gel vê partîyê bi temamî nasnekir ew kesên ku mêjûyê gele Kurd teklihev dikin BDP yê damezirandin.

Gel hê bi temamî BDP nasnekir niha jî bi fermana Îmralîyê HDP tê damezirandin. Hin kesan ji BDPê xwe dan paş û ji bo dameziranda HDP karûbar dikin, dibêjin: “ HDP ne partîya Kurdan bi tenê ye, partîya gelen Tirkîyayê yê, partiya çepên Tirkîyayê ye, partîya çepa ye..

Dema em li dîroka çepên Tirkîyayê mêze bikin emê qenc bibînin ku çepên Tirkîyayê di demekê da, di dema pêşîya dîktatorîya eskerîyê da, di dema dîktatorrî û faşizma eskerîyê da çikirin û îro jî çî dikin?. CHP xwe çep dinirxirîne, karûbarên CHP çîye herkes dizane. Dîsa CHP di dîroka xwe da çî kirî ye li holê ye. CHP çî anîye serê Kurdan jî li holê ye. Ev tişt bi temamî li holê ne belê dîsa jî hin Kurdên xwe nenas hene ku di nav CHP da bê şerm û heya dixebitin. Helbete di nav her gelî da kesên mafperest hene. Di nav Kurdan da mafperest pirtir hene. Hin kes hene ku bi temamî dostên neyarên xweyên xwînfirin, mînak kesên ku piştgirtîya MHPyê dikin. Ev kes ne layiqin ku meriv ji wan xeber bide van bike nav insanan…
Dîroka çepên Tirkîyayê li ortê bi eşkere li ber çavên me ye. Kes nikare tiştek qenc ji bo çepên Tirkîyayê bêje. Kiryarên çepên Tirkîyayê di rojên teng û di rojên fire da jî li holê ye. Herkes dizanê ku bi sedan kesên welatparêz, ronakbir ji alîyê çepên Tirkîyayê va hatine qetilkirin, hatine malxirabkirin.. Dîroka çêpên Tirkîyayê kes nikare bêje “dîrokek qenc e”. Dîroka çepên Tirkîyayê wek dîroka Tirkîyayê dîrokek tarî ye…

CHP xwe serbilind dibîn e û dibêj e “me dewleta Tirk damezirandî ye”.  Gelo CHP dewletê damezirandî ye an dewletê CHP ê damezirandî ye ev tiştek teklihev e. Demek Ecewit derket bi navê çepîtîyê him gelê Tirk, him gelê Kud û him jî gelên tirkîyayê û cîhanê seranser xapand. Me jê ra got “Karaoğlan”  û em li dû karaoğlanê sexte bi dil û can meşîyan. Wextek Doğu Perinçekê şovenistê ku niha di dewa Ergenekonê da hatîye cezakirin derket got “serkêşa çeppê Tirkîyayê ezim”. Ew hereketê çep ku Doğu Perinçek serkêşî bike xwelî li serê wan çepan û wî gelî be ku ev çep çepîtîya wan bikin. Ne hewce ye em dirêj bikin. Bi sedan kiryarên çepên Tirkîyayê li holê ne..

Partîya HDP dixwaz e van çepên ku dîrokek tarî çêkirine bide hev û li ser navê van çepan partîyek çep ne ji bo Bakûrê Kurdistan bi tenê ra, ji bo temamîya bakûrê Kurdistan û Tirkîyê ra damezirîne…

Dema em li dîroka çepên Tirkiyayê, li dîroka wanên tarî û zelemat binêrin emê bizanibin ku ev kesên dibêjin “emê partîya çepan damezirînin” dixwazin  bi xwe ra gelê Kurd û gelê Tirk jî bixapînin. Ez bawerim ku gelê Kurd gelek serpîhatîyan borandîye û hêvidarim ku gelê me êdî bi destên qehremanan (!) neyê xapandin. Ez hêvîdarim ku gele Kurd êdî dost û nevanên xwe nasbike..

Dema gelê me bawerîya xwe li kesek bîne ew kes neyarbe jî zû bizû dev ji bawerîya xwe bernade. Heker serokek Kurd, rêberek Kurd, welatparez û ronakek Kurd ji bo pirsgirêka Kurd bi berpirsîyarek MİTê ra hevpeyvendî dane, tê gelê Kurd ji vî kesî ra “xayîn” bêj e.. Niha demek dirêj e ku serokêk partîya Kurdan bi serokê MİTêra haevpeyvendî datine û ji bo pirsgirêka Kurd bi serokê MİTê Fidan ra dide û distîne. Heker bi rastî arman çareserkirina pirsgirêka Kurd be ez bi şexsî vê dan û sitandinê vê peyvendîyê qenc dibînim. Belê ji bilî vî serokê pêtir din av Kurdan da kî dibûya bila bibûya hevalbendên vî serokî tê vî serokî xayîn binirxandan. Belê ji bo ku vî serokî him serokê xwe him ji li her cî û warî serokê netewî dinirxînin bi serbilindî û serfirazî pesin û methê serokê xwe dikin. Ji bo ku xelet neye famkirin ez dijî vî serokê û kiryarên vî tiştek ne qenc li vira nanivsînim. Ez dixwazim bi tenê bêjim ew kesê ku dibêjin serokê netewî nizanin mana netewî jî çî ye. Tu xişûşî naynin ser xwe û serokê xwe. Min li jor jî beyan kir ku ez ji bo çarenûsîyek rastî bi MİTê ra hevpeyvendinê qenç dibînim. Tiştê neqenc eve ku insan wek koran kêmasîyên xwe, hevalbend û serokê xwe nebînin.

Sîyasetmedarên me Kurdan bi fermanek ji İmralîyê li gorîya xwe partîyek çep damezirînin. Ev kesên ku dibêjin “emê partîya çepên Tirkîyayê damezirînin gelek qenc sextekarîya çepê Tirkîyayê dizanin. Belê wisa dide xûyakirin ku ji Yalçın Küçük û kiryarên wî jî ders ne girtine, xwe dikin dafika çepên Tirkîyayê.

Ew kes tê demek gelê Kurd bixapînin, xwe di rojevê da bihêlin û piştî demek tiştek nu ji rojevê derxin bidin pêşîya gele Kurd.

10.11.2013

Kazim (Ep)Özdemir 

http://www.nasname.com/a/rojew-u-damezirandina-hdp
Back to top button