Cîhan

Brîtaniya pêşwazîyê li rêkrftina Hewlêr û Enqereyê dike

Parlamentoya Brîtaniyayê di daxuyaniyekê de pêşwaziyê li pêşkeftina têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de dike û rêkeftina navbera Enqere û Hewlêrêa di warê enerjî û neftê bi ”bûyereke dîrokî” bi nav dike.

Ew daxuyanî ku, ji aliyê Robert Halfon parlamentrê navdarê ser bi Partiya Mihafizkarên Birîtaniyayê û dostê dêrînê herêma Kurdistanê ve hatiye pêşkeş kirin, bi germî pêşwaziyê li nêzîkbûna Tirkiye û Hewlêrê dike û dinivîdse:

– Ew rêkeftin rê ji herêma Kurdistanê re dide 2 milyon bermîlên neftê di rojekê de bo bazarên cîhanê û bi kêmatî 10 milyar m3 dirojekê de bo Tirkiyeyê bişîne.
Ew nameya ji aliyê parlamenter Halfon ve hatiye nivîsîn:

– Em pêşwaziyê li wê nûçeya dîrokî ku herêma Kurdistana Îraqê û Tirkiyeya cîran gihiştine rêkeftineke piralî ji bo dirustkirina xeta boriya neft û gazê ji bo hinartina haydrokarbona herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê.

Ew rêkeftin serkeftina diplomasî nîşan dide ku pişta xwe bi berjewendiyên xweyî û mokimkirina têkleiyên dualî ku rojek ji rojan ew her du alî nakok bûn girê dide.

Ev li jêr teksta nameyê:

Rober Halfon
07.11.2013
Herêma Kurdistanê

Ev civate bi germî pêşwaziyê li wê nûçeya dîrokî dike ku, herêma Kurdistana Îraqê û Tirkiyeya cîran gihiştine rêkeftineke piralî ji bona dirustkkirina xeta boriya neft û gazê ji bo hinartina yedeka zengîn a hydrokarbon ji herêma otonom ber bi bazarên cîhanê ve, ev rêkeftin rê ji herêma Kurdistanê re didie 2 milyon bermîlên neftê di rojekê de bo bazarên cîhanê û bi kêmatî 10 milyar m3 gazê di rojekê de bo tikriyeyê bişîne.  Herwesa ev rêkeftin serkeftina diplomasî nîşan dinde ku, pişta xwe bi berjewendiyên mokimên dualî girê dide ku rojek ji rojan ew dualî nakok bûn. Hêvî heye ku ev bibe sedema piştevanîkiirna piroseyeke serkeftî a aşitiyê di navbera Tirkiye û kurdên wê derê de.

Ew rêkeftin wê tirsê nahêle ku, serbixweya aborîya herêma Kurdistanê dibe sedema dabeşbûna Îraqê, çunkî welat bi giştî sud ji serkeftina herêma Kurdistanê dibîne. Neft milkê xelkê Îraqê ye û dahatiniyê enerjiyê jî, li gor lihevkirineke bihêz û pêwîstiya hevbeşiyê di dahatiniyê de û sîstekema federalî ku bi timamî karbike weke di destûra Îraqê de yê ku sala 2005ê ji aliyê îraqiyan ve hatiye pesind kirin,  bi ser hemûyan de tê dabeş kirin. 

Back to top button