Hikûmeta Kurdistanê rewşa Silêmaniyê zelal dike

Ofîsa ragehandina civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê li dor rewşa aloza wîlayeta Silêmaniyê û ew kampaniyaya li dijî waliyê Silêmnaiyê Behroz Miehemd destpêkirî, daxuyanyek nivîskî weşand û ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Li dor pirsa wîlayeta Silêmaniyê û ew daxuyaniyên rojnamevanî di wî warî de tên weşandin ku qaşo (waliyê Silêmaniyê ne qanûnî ye û li gor qanûna Bassê danaye, ji ber hindê civata wîlayetê dikare kesek din hilbijêre û ev pêngave pêwîstî bi îmzaya serokatiya herêma Kurdistanê û civata wezîran nîne, çunkî li gor wan daxuyaniya, duîdareyî ye û civata wîlayetê dikare xwe pesind bike)

Em raya giştiya Kurdistanê û hemû hêzên siyasî ji metirsiya daxuyaniyên bi wî awayî agadar dikin ku, destkeftiyên federalî û îtîrfa destûra Îraqê bi wê federaliya herêma Kurdistanê bikin qurbanî mexsedên siyasî û hindek alî hewil bidin federalî ku destkeftiyek neteweyî hemû Kurdistanê ye, bînin beramber qîmeta wergiritna posta walîtiya Siêmaniyê.
Di demekê de hikûmeta herêma Kurdistanê li benda hemû hêz û aliyên siyasî bû paşmayên duîdareyîyê, eger hebib, nehêlin, lê serokê civata wîlayeta Silêmaniyê, ser bi lîsta Tevgera Goran e,  dixwaze li tenşt diyardeya nexwesteka duîdareyîyê li nav ava şêlû nêçîrê bike û ji bona bidestxistina posta waliyê Silêmaniyê hewil bide, lê ev xwestek jî nabe li ser hisaba lawazkirina federaliya Kurdistanê bi cih bêt.

Li dor pirsa bineqanûnîdanan birêz Behroz Mihemed Salih weke waliyê Silêmaniyê, em dibêjin ku, ev kampaniyaya li dijî waliyê Silêmaniyê dest pê kirî. Li gor van xalên qanûniyên li jêr, kampaniyayeke  ne adil e

1- Di hilbijartinên sala 2005ê yên civatên wîlayetan, lîsteya 109 a Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê piraniya dengan bidest xistin, bi dengê wê civatê waliyê Silêmaniyê li ser lîsteya 109ê hat danan ku, di wê demê de tevgera Goran li holê nebû. Lê piştre ji sedema cudabûna Goran ji YNKê beşek ji endamêm lîsteya 109 çûne ba Goranê. Bi vî awayî li gor encamên hilbijartinên 2005ê lîsteya Goranê beşdarî pirosesa hilbijartinan nekiriye û axaftin bi navê tevgera Goran li nav civata wîlayeta Silêmaniyê ti sasên qanûnî nîn in.

2- Bizava Goran tekîdê li ser cîbicîkirina qanûna desthilatên hikûmetên lokal jimare 71 sala 2004ê ku, bi qanûnma Brmer tê nas kirin dike, lê di pêşgotin û madeya yekem a wê qanûnê de hatiye nivîsîn ku,ew qanûn tu tesîrê li ser îdareya wîlayetên ser bi herêma Kurdistanê ve nake, ji ber ku, herêma Kurdistanê li gor destûra Îraqê herêmeke federal e û îtîraf pê hatiye kirin û miamilekirin digel wîlayetên herêma Kurdistanê weke a wîlayetên din yên Îraqê manaya wê betalkirina federaliyê ye û bervajiya destûrtê ye jî. Ev daxwaz, beriya her tiştî nedestûrî ye, tevî vê jî encamdana hilbijartinên civatên wîlayetan sala 2005ê li  gor qanûna jimare 16 a sala 2005ê bû û çênabe bi tenê hilbijartinên civatên wîlayetan sala 2005ê bikin esas bo cîbicîkirina qanûna Bremer jimare 71 sala 2004ê.

3- Qanûna wîlayetên herêma Kurdistanê bi jimare 3 sala 2009ê û li gor madeya 41ê ji wê qanûnê di destpêka dewreya bê a civata wîlayetan bê cîbicî kirin û her li gor madeya 37 ji wê qanûnê kar bi qanûna sala 1969ê tê kirin hata hilbijartinên nû.

4- Ji bona çareserkirina valahiya îdarî a posta waliyê Silêmaniyê, ji ber ku, kar bi qanûna Bremer û qanûna nû ya wîlayetan nahê kirin, serokatiya civata wezîran qanûna wîlayetan a jimare 159 a sala 1969 cîbicî kir.

5- Ew hizirkirina ku, waliyê Silêmaniyê li gor qanûna Bassê a sala 1969ê hatiye danan û herêma Kurdistanê bawerî bi qanûnên merkezî û yên dema Basê heye, ji rastiyê dûr in, çunkî qanûna nû a wîlayetan di roja 04.05.2009ê bi piraniya dengan li parlamentoya Kurdistanê hatiye pesind kirin û ew jî felsefeya deshilatê bû bo dariştina qanûneke nû li ser esasê lamerkeziyê û dabeşkirina desthilatan û pêdana desthilatên berfireh bo walî û civatên wîlayetan û liberçavgirtina pirensîpên demokrasiyê di hilbijartinan de, ji ber vê yekê tometbakrina desthilata Kurdistanê bikarpêkirina qanûna Basê bê esas e û tenê ji bo mexsedên siyasî tê bikar anîn,  hikûmetê madeya 37 ji qanûna wîlayetan a sala 2009ê cîbicîkiriye.

6- Ji sedema nakokî û milmilanên siyasî, Silêmanî di van salên dawiyê de rû birûyê rewşêeke siyasî nexwestek bûye, vê rewşê tesîreke xerab li ser karûberên hikûmetê û sziyên xizmetgozarî li wê wîlayetê dirust kiriye, ji bilî vêna jî, waliyê berê yê Silêmaniyê Dana Ehmed Mecîd, ji derencamê dûvçûna qanûnî li ser raporên dîwana çavderiya darayî, dosyeye Dana Ehmed Mecîd ji mehkemeyê re hatiye şandin û dadgehê jî biryara girtina wî daye, lê navborî bo dervey welat reviye, û bi vê yekê valahiyeke îdarî li Silêmaniyê çê bû.

7- Hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona pirkirina wê valahiyê, bi rawêj digel aliyên peywendîdar û bi fermana herêmî waliyê nuha yê Silêmaniyê bi wekalet destnîşan kir û heta nuha çand civînên hevebş di navbera walî û civata wîlayetê de hatien saz kirin. Lê belê heta hilbijartinên 21.09.2013ê ev pirs bi vî awayî nehat azirandin, azirandina vê pirsê bi vî awayê nuha îşareteke ji bo dabeşkirina herêma Kurdistanê û vegeriyan bo rewş tehla duîdareyîyê ye.

8-  Tu urfên qanûnî rê nadin ku, hilbijartinên parlamentoyê ji bo hilbijartina civata wîlayetê bikin esas.

Hikûmeta herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku, di demeke herî nêzîk de dê dema hilbijartinên civatên wîlayetan diyar bike û hîngê bi rêya sindoqên dengdanê hemû pirs yekalî dibin, lê ji bilî vê rê her pêngaveke din derketine ji qanûnê.

Ofîsa ragehandina civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê

Nerîna min :