Kultur

Konferansa serhildana Bilîsê 1914

Li navçeya Tatwana bajarê Bilîsê ji aliyê Komeleya Ramana Akademî ya Bilîsê ve konferansek bi navê 100. saliya salvegera serhildana Bilîsê (Serhildana Bilîsê 1914) hate sazkirin.

Konferansa ku li Navenda Çandî ya Bajarvaniya Tatwanê de bi demjimêr 10:00 an de destpêkir. Konferansê de Huseyîn Olan Serokê Bajarvaniya Bilîsê, Fettah Aksoy Serokê Bajarvaniya Tatwanê, Prof. Dr. Celîlê Celîl, Doç. Dr. Mehmet Demirtaş, Civaknas Yaşar Abdusselamoglu, akademîsyen û nûnerên saziyên medenî û hejmareke zêdeyê hemwelatiyan beşdar bûn. Huseyin Olan Serokê Bajarvaniya Bilîsê di destpêka konferansê de bi Kurdî axivî û got: Gelê Kurd li tu demekî serê xwe ji zulm û sîtemkariyê re ne tewandiye.

Li yekemîn runiştina konferansê de Prof. Dr. Celîlê Celîl, ‘Li çavkaniyên Rus û Ermeniyan de Serhildana Bilîsê 1914, Civaknas Yaşar Abdusselamoglu ‘Di destpêka Sedsala 20 an de li Bilîsê Niştimanperweriya Kurdan, Li warê neteweî û olî de serhildana Bilîsê?, Doç. Dr. Mehmet Demirtaş jî ‘Li Ragihandina Osmanî de Serhildana Bilîsê’ babetên xwe pêşkêş kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button