Polîtîk

Edhem Barzanî: “Ez ne Iraqî me û Kurdistan jî ne Iraqe”

Li gor sêyemîn birgeya rêkkeftina Hewlêr û Bexdayê, şanda Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro wê danustandin li gel Hikumeta Ebadî destpêbike û Şanda Kurdistanê wê li Bexdayê dosyeyên budçe, mûçe, petrol û Pêşmerge li gel Serok Wezîrê Iraqê gotûbêj bike.

Li vî derbarî de Edhem Barzanî siyasetmedarê Kurd dide zanîn ku, wê gelek sê meh derbas bibin û Hikûmeta Ebadî sozên ku dane Hewlêrê çareser nake. Ebadî jî wê mîna desthilatdarên berê xwe wê dijatiya gelê Kurd bike.

Edhem Barzanî ku Endamê berê yê Serkirdayetiya PDK ye di hevpeyvîneke taybet de dibêje: “Diyarkirina sê mehan tenê bi heder danîna demê ye û wê gelek sê mehên din jî bibuhirin û Herêma Kurdistanê wê her li dor wê bazneya vala bizivire û biçê cihê xwe. Hikûmeta Ebadî jî her dirêje pêdera sîstemên berî nihaye ku destpêka wan jî şahê Iraqê ya li sala 1921 ê û dumahiya wan jî Ebadiye ku wê berdewamiyê dijayetiya Kurdan bike”.

Edhem Barzanî beşdarîkirina Kurdan ya di kabîneya Ebadî da bi şaş dibîne û dibêje: “Ez ne Iraqî me û Kurdistan jî ne Iraqe”‌.

Back to top button