Polîtîk
150 Pêşmergeyên din diçin Kobanê
Îro 150 Pêşmergeyên dinê Başûrê Kurdistanê ji bo palpiştîkirina li şervanên Kobanê diçin Rojavayê Kurdistanê û ew 150 Pêşmergeyên dinê ku ev meheke li wir şer dikin vedigerin.
Li gor zanyariyeke ji Wezareta Pêşmerge ve hatiye ragihandin îro ew 150 Pêşmergeyên li Kobanê ne wê bêne guhertin û bi heman hejmarê Pêşmergeyên din diçin Kobanê û erkê wan werdigrin.