Polîtîk

Amerîka şûna piştgiriya dostê xwe bike, piştgiriya dijminê xwe dike

Nivîskar Dr David Romano nivîsa xwe ya bi navê (Amerîka û kêşeya peywendî) yê de dide zanîn ku Amerîka li nava kêşeyeke peywendiyê de ye û dost û dijminên xwe têkilhev kirine, Amerîka şûna piştgiriya dostê xwe bike, piştgiriya dijminê xwe dike.

Nivîskar dide zanîn ku Tevgera Kurdî li her çar perçeyan û li her formek da bê, dixwaze peywendiyeke baş li gel Amerîka da hebe. Li wan hemû şoreşên ku Kurd kirine yek car jî Amerîkayiyek berneketiye. Ji bilî wê yekê ku li navçeyê da tûşî giriftan dibin, lê belê dîsa hî Kurd bi eşkere daxwaza dostayetiyê li gel Amerîka da dikin û dixwazin Amerîka binke û bazirganiyên xwe li Kurdistanê dabimezrêne. Li dema dagîrkirina Iraqê da nêzîkî 5000 serbazên Amerîka hatin kuştin, yek ji wan serbazan li Kurdistana Iraqê da canê xwe ji dest nedaye.

Her berdewamiya nivîsê de dibêje: 10 salên derbasbûyî de karbidestên Amerîka ji Kurdan zêdetir nêzîktirî Bexda bûn. Washington nêzîkî 20 milyar dolarî ji bo hikumeta Iraqê terxan kir ku li çek û rahênanê hate serf kirin. Ji wê pereyê û çekan tiştek nedan Kurdan, lê belê beşekî zêde kete destê cîhadiyên Dewleta Îslamî ku li meha Hezîranê da artêşa Iraqê hate têkşikandin. Tenê carek, ew jî dema ku cîhadî mijul bûn take cihê Iraqê têkbidin, li rêya êrîşa asmanî û keresteyên serbazî ve Amerîka alîkariya Kurdistanê kir.

Dawiya nivîsê de Romano dide zanîn ku Her cara dawî jî ku biryarê dan yarmetiya Kurd wekî take hêzê bandor beramber bi Da’îş bidin, Amerîka hê jî hevkariyên xwe li rêya Bexda ve dişîne. Bi berevajiyê ve dema li 2005 heta 2008 sehweya Sunneyan çekdar dikir, Amerîka nedixwest li rêya Bexda ve wê karê bike. Li demek da ku Kongres û Senato bi eşkere daxwaza palpiştîkirina Kurdan dikin dijî bi Da’îş, hê jî pêna çê Kurd wan çekên giran ku pêwîstiya wan pê heye bigihe destên wan, tenê beşekî biçûk nebê. Ramanên Washington dibe ku eve bê ku ew ji wê bitirsin ku dostên wan li rêya wan hevkariyan ve ji serkeftinên neyarên Amerîka yên li navçeyê da zêdetir serkeftinê mezin bi destbînin.

Back to top button