Polîtîk

Li Bexdayê civînên serokwezîr dest pê kirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 30.11.2014ê, bi serokatiya şandeyeke balaya hikûmeta herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê û li balfirxaneya Bexdayê ya navdewletî ji aliyê Beha Eleirecî cîgirê serokwezîrê Îraqê ve hat pêşwazî kirin û paşî li koçka serokatiya hikûmeta Îraqê ji aliyê Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê ve hat pêşwazî kirin û civiyan.

Di civînê de, Ebadî kêfxweşiya xwe li hember serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re bo Bexdayê diyar kir û hêvîxwest ku, ev seredan bibe hokarê çareserkirina tev pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de. Ebadî got: Bi baweriya min tu pirsgirêkek wisa di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîne ku nehê çareserkirin, rê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan heye. Îraq me hemûyan dicivîne û eger em li hev nekin em her du alî dê zirarê bibînin, ji ber hindê rêya êkane li pêşiya me lihevkirin e.

Serokwezîrê Îraqê di civînê de behsa rewşa êkonomiya Îraqê kir û got ku, rewşa êkonomî nebaşe û buhayê neftê nizim bûye û daxwazên hevwelatiyan jî ji hikûmetê gelek in, rewşa leşkerî jî ji her kesî re diyar ka di çi rewş de ye, ”lê lihevkirin dê rê li pêşiya me xweş bike û şiyanên me zêdetir bike ku bi ser hemû astengî û keleman de serbikevin.” Ebadî geşbîniya xwe li hember gihiştin bi lehevhatinekê digel herêma Kurdistanê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya wê pêşwaziya gerima ji aliyê serokwezîrê Îraqê ve lê hatiye kirin kir û got: Ez kêfxweş im ku carekeke din ez  we li vir dibîn im, ez naxwaz im serdana me bo Bexdayê bi tenê pirseke mediyayê be, lê serdan û hatin û çûyna me bo Bexdayê bibe tiştekî normal.”

Serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de destbikarbûna Heyder Ebadî weke serokwezîrê Îraqê pîroz kir û got: Bidestkarbûna we, pêngavên we ber bi çareserrkirina pirsgirêkan ve diçin. Em bi tu awayê behsa wê yekê nakin ka kî sebebê çêkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, lê destbikarbûna we weke serokwezîrê Îraqê wê yekê nîşan dide ku, rûpelek nû ji bo hemû Îraqê vedike.”

Barzanî diyar ku, piroblem bi nava şev û rojekê de çareser nabin û got ku, ew amdeye heta pêwîst be serdana Bexdayê bike heta digihin çareseriyekê û tekîd kir ku, divê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan srtaejîyek bê danan.

Pirsa şerê dijî terorê û gefên DAÎŞ mijareke din ya civînê bû û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa metirsiyên terorîstên DAÎŞ kir û eşkere kir ku ew terorîst ji bo ser Îraqê û hemû deverê metirsîn e. Barzanî got ku, kirîza êkonomî astengiyên mezin dirustkirine û şerê terorê û rûbirûbûna DAÎŞê ew kirîz li Bexdayê û li Hewlêrê girantir kirye.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê ji bona hevhangî û hevkariya di warê rûbirûbûna terorê de amadeye û tekîd li ser hevahengî û hevkariya di navbera hemû aliyan de kir ji bona azadkirina wan deverên di bin destê DAÎŞê de ne.

 

Back to top button