Polîtîk

Konferansa nehiştina şîddeta dijî Jinan dest pê kir

Îro bi amadebûna wezîra karûbarê civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê Asos Necîb û nûnera balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê,berpirsên hizbî û hukmî û nûnerên rêxistinên navxwe û biyanî, li Silêmaniyê Konferansa Nehiştina Şîddeta li dijî Jinan dest pê kir.

Di destpêka konferansê de ku li jêr navê “ Bi rêya serweriya qanûnê nehiştina Şîddeta li dijî jinan li Iraqê” tê sazkirin, serperiştiyara konferansê Kurdistan Deloyî got:” Jinên li Iraq û Kurdistanê pêdivî bi hişyariya qanûnî heye daku  mafên xwe bi qanûnê bi dest biêxin.”

Wezîra karûbarê civakî Aso Necîb jî got:” Wek wezaret me hay ji şîddeta li dijî jinan heye lê xweşbextane nuha projeyeke ji bo nehiştina şîdeta li dijî jinan di parlamentoya Kurdistanê de ye. Em hêvîdar in parlamentoya Kurdistanê vê projeqanûnê zû gotûbêj bike û di demek kurt de jî pesend bike.”

Paşî nûnera balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê gotarek pêşkêş kir û tê de şîddeta li dijî jinan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo jinan der birî.

Hate ragihandin konferans dê 2 rojan dom bike.

 

(PUKmedia)

Back to top button