Bi dilsozî xizmeta deverên veqetandî tê kirin
Roja 15.04.2010ê serokê hikûmetê û şandeya pê re serdanan Kifrî kir û bi berpirsên îdariyên bajê re civiya û di civînê de behsa daxaz û pêdvîtiyên deverê hat kirin. Di civînê de Salih got:
– Kifrî bajarekê dêrînê Kurdistanê ye û ew hertim senterê rewşenbîrî û siyasiyê deverê bûye. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê zêdetir giringiyê bi devera Germiyan û bi taybetî bajarokê Kifrî bide. Pirojeyên xizmetgozarî bo deverê zêdetir bike û bi awayekî baştir xizmeta xelkê Germiyanê bike.
– Serdanan şandeya bala a hikûmeta herêma Kurdistanê bo Germiyanê ji bo nûkirin û dupatkirina peyama avadanî û xizmetkirina hevwelaiyan e. Em giringiyeke taybet bi vê deverê didin û xelkê devera Germiyanê xelkê disoz û têkoşer in.
– Hikûmeta herêma Kurdistanê di dema çûyî de bi cidî çavê xwe daye qeza Kifrî û gelek pirojeyên xizmetgozarî pêşkeşî vê deverê kirine. Pêwîste em hemû bi yek dest û bi yek îrade ji bo zêdetir xizmetkirian hevwelatiyan bixebitin.
Paşî Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîneke berfireh a cemawerî de guhdariya daxaz û gilyên xelkê deverê kir. Salih got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî guhdariya daxaz û pêdawîstî û arîşeyên hevwelatiyan dike û ji bo çaresr û cçbicçkirina wan bi cidî dixebite.
Serokê hikûmetê got ku li gor cîyê cografiyê bajarokê Kifrî, Kifrî zêdetir pêwîstî bi xizmetkirin û avadankirinê heye. Salih xelkê deverê, bi taybetî zengîn û sermayedarên deverê, teşwîq kirin ku ew jî bi awayekî çalak û aktîv beşdariyê di avkirina deverê de bikin.
Di heman rojê de serokê hikûmeta û şandeya pê re ku, ji wezîrê tendirustiyê, kar û karûbarên çivakî û wezîrê rewşenbîriyê pêk hat bû, serdana bajarê Xaneqînê kir. Li Xaneqînê serokê hikûmetê û çandeya pê re bi qaymeqam û berpirsên din yên îdariyên bajêr re civiya û behsa pêdawîstiyên bajêr kir.
Di civînê de serokê hikûmetê got:
– Wezîfeyekî exlaqî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye ku, hikûmet xizmeta deverên veqetandî bike. Nabe tu kes îdiya bikin ku budceya bajar û deverên din ji Xaneqîn û Kerkûkê re diçe. Ewa ku ji Xaneqîn, Kerkûk û deverên din yên veqetandî re hatiye kirin tiştekê kême. Pêwîste bi dilsozane xizmeta wan deveran bê kirin.
– Ji budceya îsal a herêma Kurdistanê 150 milyar dînar ji bo avakirina dibistan û xandingehan berdest kirine. Para bajarê Xaneqînê dê ya parastî be û dê hijmareke dibistan û xandingeh û pirojeyên din yên xizmetgozarî li bajêr bêne cîbicîkirin.
Piştî serdanan Kifrî û Xaneqînê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re serdanan bajarê Derbendîxanê kir û bi berpirsên îdariyên bajêr re civiyan. Di civînê de biryar hat dan ku pêwîste zêdetir giringî bi warê turîstê bê dan. Ji ber ku bajarê Derbendîxanê cîyekê rûrîstî ye.