Polîtîk

Serok Barzanî li gel Partiyên Kurdistanî civiya

 

Bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û amadebûna birêz Dr. Kemal Kerkûkî Serokê Parlemena Kurdistanê, îro şemî 17/04/2010 nûnerên wan partî û qewareyên Kurdistaniyên ku li hilbijartina Parlemena Iraqê ya vê dawiyê kursî bidestxistine, bi mebesta guftugokirina wan pêşniyarên ji aliyê wan ve xistibûn rû sebaret bi bernameya danustandina li gel lîst û aliyên Iraqiyan bi navê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê civînek saz kir.

 

Her wiha li civînê de reşnivîsa peyrewa navxoya karê hevbeşê di navbera partî û qewareyên Kurdistaniyan li Encumena Nûnerên Iraqê û pêkhata şanda danustandinê jî hate axaftin.

 

Li civînê de dakokî li ser wê yekê kirin ku partî û qewareyên Kurdistaniyan bi nêrîneke vekirî sebaret bi hemû lîsteyên serketî danustandinên xwe dest pêdikin û her wiha be li gel sercem wan nêrîn û pêşniyaran jî muamele dikin ku xizmet bi proseya siyasiya Iraqê digihîne bi navê pêkanîna Hikûmeteke îtîlafî ya bingeheke berfireh ku hemû pêkhatên Iraqê li xwe bigrê, bingeha danustandin û hevpeymaniyan li gel wan partî û qewareyên Kurdistaniyan jî li gel lîst û aliyên siyasiyê Iraqiyan xwe bi bernameyeke rûn û eşkere ve girêdide ku pêwiste bi rewşa Iraqê bi giştî û ewlewiyata Kurdistaniyan be.

 

Li dawiyê de nûnerên partî û qewareyên Kurdistaniyan biryar dan civîna wan li rojên pêş de berdewam bibe bo ku bernameya danustandin û peyrewa navxo û pêkhateya şanda danustandinê bi tevahî diyar bibe û biryara dawî li ser bidin.

 

 

 

Back to top button