Konferansa Lawên Kurdistanê li Kampa Dumîz çêdibe
Umid Xoşnav sekreterê Yekitiya Lawên Demokratên Kurdistanê, di derbarê Konferansa Lawên Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Xoşnav da xuyakirin ku, biryar bû konferansa sêyemîn ya Lawên Kurdistanê îsal li Kurdistana Rojava li bajarê Qamîşlo bê darxistin.
Biryar ew bû ku ev beşê Kurdistanê heta dema konferansê bête azad kirin dê konferans lê bête çêkirin.
Lê mixabin heta niha ev beş bi temamî nehatiye azad kirin. Ji bo vê sedemê 46 rêxistêniên Lawan biryar dane ku konferansê sêyem yê Lawên Kurdistanê li Li Kampa Dumîz li parêzgeha Duhokê bê te çêkirin.
Tê zanînku zêdeyî 80 hezar benaberên Kurdistana Rojava li kampa Dumîz li Başûrê Kurdistanê dimînin.
Ji berî çend rojekî rêxistina lawan ya li ser PKKê ve bi serê xwe kongreyek bi navê Kongreya Ciwanan li Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Rimilanê darxistibûn.