
Desteya Bilind a Kurd (DBK) a rojavayê Kurdistanê, bi hêceta ku ‘hinek hêz dixwazin deverên kurdî vala bikin’, koça kurdên rojava ber bi Herêma Kurdistanê ve qedexe kir.
Desteya Bilind a Kurd (DBK), derbarî koça ji Rojavayê Kurdistanê ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve, daxuyaniyek belavkir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev demeke diyardeya koça ji Rojavayê Kurdistanê ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve, gihîştiye astekî metirsîdar.
DBK di daxuyaniya xwe de ‘hinek hêzên siyasî’ tometbar dike ku planeke dariştî cîbicî dikin bo valakirina navçeyên kurdî û diyar dike ku koçberên bajarên din yên Sûriya ji şer direvin û berê xwe didin navçeyên kurdî, lê kurd ji bajarên xwe direvin derveyî rojavayê Kurdistanê.
Desteya Bilind a Kurd, herwiha eşkere kir ku ji bo rêgirtin li pêşiya vê diyardeya metirsîdar wan biryara qedexekirina koçkirinê dane.
Daxuyaniya DBK tekezê dike ku ji 1ê meha Nîsanê û wê ve, seredankirina Başûrê Kurdistanê qedexe ye û yên ku bixwazin sînor derbas bikin, divê destûrê ji rêveberiya asayişa wî bajarî pêre be, heger na ew rê nadin ku derbaz bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de, ji hêzên asayiş yên rojavayê Kurdistanê tê xwastin ku biryara han cî bi cî bikin.