Polîtîk

Komîteya emnî: Êdî bes e

Komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de xwenîşandanên bê destûr û derveyî qanûnê qedexe kirin. Ango li gor daxuyaniya komîteya emnî îro li Berderkî Sera Silêmaniyê xwenîşandan, ya ku du mehe berdewam e nayê kirin. Tê çaverê kirin ku bûyerên nexweş li Silêmaniyê biqewim in.
Komîteya emnî dibêje:

– Me biryar de ku bi tu awayê rê ji xwenîşandanên bê destûr li tu cîyên bajarê Silêmaniyê û bajar û bajarokên din neyê dayîn. Her kes û aliyê li dijî vê biryarê û derveyî qanûnê tevbigere, hîngê bê dudilî bi rêya qanûnê û mehkemeyê dê rastî cezaya bên.

– Êdî em rê nadin ku li derveyî qanûnê û li jêr navê xwenîşandana kar ji bo têkdana jiyana we bê kirin. Di heman demê de em dupat dikin ku mafê xwenîşandanên aram û bi destûr mafekî misoger yê ker kesek e û dê bi hemû şiyanên xwe wan parêz in û rê jê re xweş bikin.

 Ev li jêr teksta daviyaniya komîteya amnî ya bajarê Silêmaniyê:

Daxuyaniya komîteya emnî ya bajarê Silêmnaiyê li dor xwenîşandanên Silêmaniyê.

Cemawerê xweştiviyê Kurdistanê
Hevwelatiyên şerefmendên bajarê Silêmaniy

Hûn hemû wê rastiyê baş dizanin ku ev du mehe hêzên polîsên çalakiyên medenî, asayîş û saziyên peywendîdar bi singekê berfireh miamile digel xwenîşandanên Silêmaniyê û hiindek bajarokên din yên derdûra wê dikin. Tevî ku xwenîşanderan gelek şidet bikaranî û hêzên polîs şehîd û birîdar kirin jî, ji aliyê hindek kesan ku li gor pilaneke pêşwext amadekirî kar ji bo hindê dikin ku rêya xwenîşanderan ber bi şidet û texrîbatê bibin û aloziya çê bikin, heta nuha me tehemul kiriye, lê diyare hindek kes dixain xwîna gênc, xurtên kurd û hêzên polîs baca daxazên wan yên tarî be.

Ji bona pêşîgiritn li pîlan û bernameyê wan yên dixazin li pişt rijandina xwîna xelk, têkdana straktura jiyan û rewşa bajarê Silêmaniyê û tevaya Kurdistanê, destkeftiyên siyasî biçin in û pilanên xwe yên tarî bicîbîn in, me biryar de ku bi tu awayê rê ji xwenîşandanên bê destûr li tu cîyên bajarê Silêmaniyê û bajar û bajarokên din neyê dayîn. Her kes û aliyê li dijî vê biryarê û derveyî qanûnê tevbigere, hîngê bê dudilî bi rêya qanûnê û mehkemeyê dê rastî cezaya bên.
 

Xelkê xweştiviyê bajarê Silêmaniyê.

Hûn bixwe şahidê wê rastiyê ne ku bi pilan kar ji bo wê yekê tê kirin ku aramî û asayîşa bajarê we, kar û kasibiya we  û selametiya zarok û malabtên we bêxine di xeterê de  û bikin baca daxazên çend kesan ku diyare aşê berjewendiyên wan bi rijiyana xwîna kurên we digere. Ji bona rêgirtin li pêşiya wan kesên biguman, û ji bona jinavbirina xwenên wan yên ku çavên wan bi azadî û vejandina Kurdistanê ranabe, em dê bi rêyên qanûnî vê meselê yak alî bikin û dawiyê bi vê rewşa aloz bînin, ew rewşa aloza  bi taybetî li Silêmaniyê heye ku, ne bi tenê problem û astengî bo jiyana normala hevwelatiyan dirust kiriye, lê belê nêzîke ew rewş bikeve di qunaxeke xeter ya tije şidet û êrîş bo ser hêzên polîs ku wezîfeya wan parastina emniyet û jiyana we ye.

Hevwelatiyên xoştiviyên Silêmaniyê.

Ew kes û aliyên ku neyarên azadî û aramiya we ne, dixazin rewşeke aloz û awarte ji bo we dirust bikin. Li şûna daxazkirina xizmetgozariyên zêdetir, vejandin û dabînkirina pêdawîstiyan û ber bi pêşvebirina pirosesa reforman, daxaza asayîş û selametiya jiyana xwe, zarok û malbatên xwe bikin ku îro li Kurdistanê heye û pêwîst nake li vir bê behis kirin.

Her ji bo vê daxaza xwe ya bişik, ew dixazin xelkê bi kom ji deverên din bo nav bajarê we yê ezîz bînin. Di demekê de ku ew xelkê bi otobusan ji deverên din bo Silêmaniyê tînin, wan li bajarên xwe xwenîşandan kirine û ji bo encamdana xwenîşandanan, li gor qanûnê azad in.

Ji ber hindê, ji bo xatira xwîna we û zarokên we, selametiya we û malbatên we û kesûkarên we ku di ser hemû berjewendî û îtîbaran deye, êdî em rê nadin ku li derveyî qanûnê û li jêr navê xwenîşandana kar ji bo têkdana jiyana we bê kirin. Di heman demê de em dupat dikin ku mafê xwenîşandanên aram û bi destûr mafekî misoger yê ker kesek e û dê bi hemû şiyanên xwe wan parêz in û rê jê re xweş bikin.

Em di eynî wext de tekîdê li ser rênîşanderên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ku îro derkirine dikin ku wezîfeya hêzên polîs û asayîşê misogerkirna azadiya xwenîşandanên qanûnî  û parastina canê hevwelatiyan û berjewendiyên giştî be, dûr ji şidetê û teqekirinê û di çarçoveyê qanûn û rênîşanderên kar pê tê kirin, berhingarî hemû awayê şidetê bibin.

Rojevakurd

Back to top button