Polîtîk

Barzanî: Berfirebûna tevgerên demokrat û azadîxwaz giring in

Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina asayîşa Kurdistanê-Parastin,  pêşwazî li heyeteke parlementerên Îtalîyaê û serokê komisyona Natoyê  li parlementoya Îtaliyayê, kir.

Di destpêka hevdîtinê de ku, Rêzan Salih nûnera hikûmeta Kurdistanê ya li Îtaliyayê jî amade bû, heyeta mêwan nêrîn û ramanên xwe yên di derbarê bûyer û pêşkeftinên siyasî yên Rojhilata Navîn diyar kirin û rol û bandora Kurdistanê di warê Jeostratejîk de giring wesif kir.

 Serokê ajansa parastina asayîşa Kurdistanê-Parasin, sewyeya pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê bilind dirxand û got ku, herêmaKurdistan li hember wê giringiya  Îtaliya bi xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên xwe yên di warên cihê de dide, gelek keyfxweşe.

Di derbarê rewşa siyasî û bûyerên heyî yên Rojhilata Navîn jî de,  Mesrûr Barzanî nêrînên xwe anî ziman û wî,  berfirebûna tevgerên demokrat û azadîxwaz bi girîng wesif kirin:

– Xebata me a li Kurdistanê ji bo serdestkirina demokrasiyê bûye û desthilata kurdî jî bi rêbaza dengdan û hilbijartinan hatiye damezrandin û meşrûêyeta vê jî dengê xelkê Kurdistanê ye.

– Em li ser pêşxistina Kurdistanê a bi rê û rêbazin aştî, diyalog û demokratîk bi îsrarin û her wiha em hewl didin ku, bi rêya diyalogê û di çarçoweya destûra Îraqa fedral de kêşeyên heyî çareser bikîn.

Di berdewamiya hevdîtinê de her du aliyan di derbarê çend pirsên  din weke girîngîdana Natoyê  bi Kurdistanê û bihêztirkirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de jî nêrînên xwe anîn ziman.

Back to top button