Polîtîk
HAKPAR tevlî hilbijartina nabe
Partiya Maf û Azadiya HAKPAR tevlî hilbijartina nabe. Wek tê zanîn piştî HAKPAR-ê li gel BDT li hevnehat, biryar dan ku bi nave partiya xwe tevlî hilbijartina bibin. Li gora vê biryara partiyê li Diyarbekir berendamên xwe jî kifşkirin.
17-ê Nîsanê destêya bilind ya HAKPARÊ civînek kir û biryar da ku xwe ji hilbijartinan bidin aliyekî û wek partî tevlî hilbijartina nebin. HAKPAR-ê ev biryara xwe rêkir Dezgehê bilind a hilbijartina. Dezgehê bilind biryara HAKPAR-ê pejirand û HAKPAR tevlî hilbijartinên ku di 12-ê Hezîranê de bêne çêkirin nabe. Ev yek ji aliyê cîgirê serokê HAKPAR-ê Fehmi Demir ve hate ragihandin.
Bi vî awayî hijmara partiyên siyasî yên ku tevlî hilbijartina bibin bû 17.