Civak

Komisyon dê malbatên gerila re hevdîtina bike

Komisyona Mafê mirovan ya di parlementoya Tirkiye de biryarek gelek balkêş girt. Ji rojnama Radikalê Omer Şahin li gel serokê komisyona mafê mirovan li partlementoya Tirkiye Ayhan Sefer Ustun  hevpeyvînek kir. Ustun di hevpeyvîna xwe de didê xuyakirin ku, li Tirkiye gelek cihan ihlala mafên mirovan heye. Lê divê di vê derbarê de em lêkolînek berfireh bikin.

Heta niha gelek caran komisyona mafê mirovan ya parlementoyê serdana bajarên Kurdistanê kirine, hinek kesan re hevdîtin kirine û raporên xwe pêşkêşî parlementoyê kirine lê tiştek jê derneketiye. Her care bi rexneyekî bûyer hatine derbas kirin. Ji xwe tu cara ev komisyon nêzikî helwestên leşker û polisan di derbarê mafê mirovan li Kurdistanê nebûye.

Di binhê xwe de li Tikiye gelek tiştên wek li welatên Ewropa heyî hene, lê dema pirs dibe kurd her tişt tê guhertin.

Ji bo yekê jî ev biryara komisyona mafê mirovan di parlementoyê de gelekî girîng e. Serokê komisyonê dide kifşkirin ku, ewe serdana malbatên kurd yên ku zarokên wan derketîn çîyê bikin.Ewê serdan dê û babên çekdarên PKK-ê yên ku jiyana xwe ji dest dayîn bikin.

Bê goman ew trajediya ku dewletê pêyda kirî ji aliyê hemi dezgehên dewletê ve tê zanîn. Ji ber ku her tişt di çerçova plan û bernameyekî de hatiye kirin. Lê biryarek bi vî awayî ya komisyona parlementoyê gavek balkêşe.

Back to top button