Nivîsar

Barzanî PKK û Tirkiye

Barzanî û PKK û Tirkya

Hîwa Ehmed Mistefa

Rewşa navbera Tirkiya û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rewşeke aloz e û nedûre ji rewşa aloza Roejhilata Navîn û bi taybetî ji  rewşa Sûryeyê. Sînorên herêma Kurdistanê jî dibin gef û tirsê de ne. Xebatên aşitiyê nabe rawestin, bihêztirîn karakterê aşitiyê jî ku her du aliyên dijhev (Tirkiya û PKK) hurmetê jê re digirin Barzanî ye.

Bi baweriya Barzanî xwîna her kurdekî li her dira diyayê bê rijtin zirarê digihîne neteweyê kurd û bi kuştina kurên her neteweyeke din jî kurd nagihîjin armancên xwe.

Ji ber hindê Barzanî weke kurd, weke serokê neteweyekê û weke serokê herêmekê ku sînorên wê peywendiyeke dînamîkî û zîndî digel Tirkiyeyê heye û berjewendiyên navbeta herêma Kurdistanê û Tikiyeyê yên di warê bazirganîm siyasî, civakî, diplomasî û aminî de geke giring in, û herwesa bi sedan gundên ser sînor kevtîne di bin top û bombebaranê da,  nabe bi bêdengî lê bête temaşe kirin.

Ji ber vê yekê serok Barzanî serdana xwe ya bo Tirkyeyê dest pê kir û li gor pirotokolên diplomasî serokê herêma Kurdistanê ji aliyê wezîrê derve û serokkomarê Tirkiyeyê di dem û cîyên diyarkirî de hat pêşwazî kirin. paşî jî digel serowezîrê Tirkiyeyê civiya.

Li gor raporên çavdêrên siyasî, tirk weke netewe û rewşenbîr weke elît bi vê serdana Brzanî kêfxweş bûn, lê dîtina dewletê ji aliyê destûrî, dîtin û rayên hevwelatiyan, saziyên rewşenbîrî û akademî ji bo çareseriya pirsa kurd li bakûrê Kurdistanê û kiryar û reaksyona dewletî bermaber PKKÊ du tiştên ji hev cudan e.

Muran Kareylan  li ser serdana Barzanî bo Tirkiyeyê di daxuyaniyekê da ji Newroz TV re got:
– Serdana birêz Barzanî bo Tirkiyeyê ji dilsozî wî ya bo kurd û Kurdistanê ye.

Ew daxuyaniya Kareylan, eger ji çarçovê teorî û daxuyaniyeke ragehandinê derbikeve, û bi kiryar hurmetê ji dîtin û şîretên Barzanî bigirin û berjewendiya giştî li herêma Kurdistanê ber çav bigirin û pirsa kurd bi kuştina çend leşkerekan ve neyê girêdan, hîngê divê bi kiryar dirêdayî aşitiyê bin, bêy ku tenazilê ji mafên rewayên gelê kurd bikin.

Serok Barzanî roja 04.11.2011ê digel nûnerên gelê kurd li bakûrê Kurdistanê, digel parlamenterên kurd civiya. Ev civîna Barzanî bi nûnerên xelkê Kurdistanê re ji her tiştî giringtir e, ji ber ku îspat bû ku (di sewyeya netweyî de) kurda jî serokek xwedî karîzma heye û bêy guhdana dîtinên siyasî serok Barzanî hurmetê ji hemûyan re digir û hemû hurmetê ji serok re digirin.

Ehmed Turk dibêje;
– Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê xwedî pirojeye. Pirojeyê Barzanî;  rawestandina şer,  îlankirina agirbestê di navbera her du aliyan de, amadekirina destûrek nû ku îtîrafê bi mafê neteweyê kurd bike ye. Barzanî dixwaze kurdên bakûr bi awayekî demokratîk, aşitî, siyasî û diplomasî bi rêya parlamenterên kurd li nav parlamentoya Tirkiyeyê pirsa kurd çarser bikin. Barzanî tiştekî gelek giring got ku naxwaze şerê kurd û kurd di bin tu hêcetan de careke din çê bibe.

Çalakiyên siyasîyên cenabê serok Barzanî bo me kurdan giring û dîrokî ne, divê em hemû hevakaryê digel bikin û hurmetê jê re bigirin, daku herêm bi giştî zêdetir aloz nebe û Tirkiya jî bikare destûr serast bike û mafên rewayên gelê kurd bidest ve bên û herêma Kurdistanê jî bi aşitî û dûr ji pirsgirêkan geşe bike.

Cemawernews/Rojevakurd

Back to top button