Hevpeyvîn

Piştî têkçûna Sadam rewşa Kurdistana Başûr

Dawî ya dardekirina zorbaz Saddam Hussein (30 Qanun 2006) li Kurdîstan’a Başur’de jiyan hat gohartin. Kurd ku bin hovîtî û zorbazî ya Saddam’de hatibû pelçiqandin, hédî, hédî béhnék rehet digrin. Me bi biréz Seyid Mihemmed Barzani, (kuré biréz Seyid Ebdullah Barzani) endamé Partiya Demokrasîya Kurdîstané’re li ser dawî ya xistina Saddam Hussein’de jiyan, siyaset, aborî û dîplomasî ya Kurdîstan’a Başur ji bo we gelhé héja hevpeyvînék çékir. Biréz Seyid Barzanî, di bin zilma zorbaz Saddam’de maye û nenişandiné xwe ji bo gelé Kurd hanît ziman.

Kovara İnglîz, ‘The Economist’ heyva îlon sala 2007’de di nivîsa xwe ya dawî ya Saddam’de hanît bû ziman: ‘Ku Tirk bi leşkerîyé Kurdén Başur nepelçiqînin, ewé bi aborîyé bipelçiqînin. Emrîkî ji bo rewşa stratejîk zanin ku girînge li ber Tirk û Ereba ciyé xwe bigrin. Ewé pişta xwe li Kurda bizivrin. Lé Kurdén Başur, ewé 5 ango 10 sal bédeng bimînin, sînoré xwe bigrin bin ewleyî yé, aborî ya xwe xort bikin, demokrasîyék fire nebe jî, azadîyék deynin, hebûna xwe bi gerdûne bidin pergîn.’

Em dibînin ku Emrîkî’yan pişta xwe li Kurda nezivrand, Tirk nikarbûn aborî ya Kurdîstan’a Başur bipelçiqand. Dijé ev, Tirk hewcedaré bezîrganî ya Kurdîstan’é bûn. Lé raste, aborî ya Başur bilind bû û xwe bi gerdûné dan pergîn. Her bijîn, her serkeftî bin Kurdén Başur. Hévîdarim bibe sedema serkeftin û azadî yén hîn mezintir.

Solîn HACADOR:1992’de, Hukumeta Herema Kurdîstan’é (HHK) hat damezrandin. Sala 2003’de sazûmana Baas hat xera kirin. Li Başuré Kurdîstan’é jiyana Kurda dawî ya zorbaz Saddam’de çewa hat gohartin?

Seyid Mihemmad Barzanî: Ez di mizgînî de me ku em li Kurdîstan’a Başur azadin. Tev hézén ewlehiyê yén fermî wek; polîs, berbirs û leşkerén me Kurdin. Yek Ereb nava kargerî ya me de tûneye. Yek nameş li nav kargerandina me de ango yek İraqî yék fermî nav xebatén me yé fermî de nikare cîh bigre. Em mafdaré kargerî ya xwe fermîne. Dibe ku ji bo venerîn werin lé tev kontrol destén Kurda de ye. Em alîyé din de nav Dewleta Îraq’é de bandorin. Serok Komar û Wezîré Karé Devré jî Kurdin. Parlamanén me di parlamento ya İraqé de hene. Me xwe bi Erebén Îraq’é daye pejirandin. Em otonomin û rewşa Kurdîtî ya me berbaşî yé diçe.
Li Kurdistan’a Başur dema Iraq, Kuweyté dagir kiribû, Iraq zihîf bûn.

Solîn Hacador: Serî ya salén 1990’da Hukumeta Herema Kurdîstan’é hanît ziman ku û armanca wana yekemîn derbasûna bazarék péşketî be. Armanc; reform diyarkirina hilberîn û sazî ya navgînén hilberîna teknolojîyék modern bû. Daxwazî kirin ji bo péşketina aborî ya Kurdîstan’é gelek girînge ku li peyçûna vé modelé bikin. Alîyé din de HHK diyar kiribû ku ewé Kurdîstan’é nabera 10-20 salan de bikin peytexta fînansé. Ji xwe re welaté Swîsre bikin model. Ev di erdnîgarî ya Kurdîstan’é de ne pirsgirékéke. Gelo heta anha çiqas xwe péşxistiye?

Seyid Mihemmad Barzanî: Dibe ku pişt çav bigirim welatek wek Iraq ku 80 sal berdewam şeré me kirdiye û çend hezar gûndén me xapor kirdiye,182 hezar jin û pir mindali me zindî çal kirdiye ( Enfal ), 5000 nefer kîmyayî kirdiye û 10.000 Barzani bin ax kirdiye! Bi 10-20 sal nebûye lé, em péşdikevin  û em hedefek bo xwe daniye û berhew péş diçin. Nokeli Kurdîstanî azadî bîr û bawerî heye.  Azadî hayîn û pike we jiyan hayînî heye. Mafî zarok û jin bi doza dadî hatiye berçav kirin. Li hemu Iraqi kehreba 6-7 seet û kémtir  heye, lé li Kurdîstanî 23-24 seet heye, papûr, ré, mol, supermarket, ji gi yarî zaroka, park,  kitibxane, xestexane . zanko ( zaningeh ) ji gî tûrîzm û hotel baş ji ser, shoqeyin bilind, nexweşxane hene û roj bi rojî péşdikevin.

Solîn Hacador: Em dibînin ku li Başuré Kurdîstan’é gelek desturyarén zanîngeha hene. Lé gor ev gelek békarbendî jî xwe nîşan dide. Gor dîtina we bo çi ewaye? Di planén HHK’é de vekirina mektebén karbendî ye heye ango na?

Seyid Mihemmad Barzanî: Li Kurdîstan’é gelek kes hene ku wek peymengehén teknîkî dixebitin. Her weha HHK’a kesén xizan re biçûk be jî wek 10.000$ ango 20.000$ piştgirî ya aborî dide. Gelek kes hene ku ji bo férbûna ziman û kompîtor jî piştgirî ya pewendî jî digrin. Her weha Kurdîstan’a Başur de ji her perçén Kurdîstan’é bi hezaran Kurd li zanîngehan de belaş dixwînin û her heyv pere bo alîkarî yé jî HHK digrin.
 

Solîn Hacador: Her çiqas kardarîyén navnetewî hebin jî kar nadin Kurda û ber ev gelhé béxebat zédene. Pardar ku qezenc ji Kurdîstan’é dikin, ger ev gor kelk standina Kurda be.
Bo çi pardarén xerîb xebatkarén Kurd naxwazin?

Seyid Mihemmad Barzanî: Ger mafé xebata Tirka nav tişké Kurdîstana Başur tûnebî ya. Lé konsulxané, Réhewa Tirk (Turkish Airlines) ji bo firîna Estambul û 100 pardarîyén Tirk Hewlér’é hene. Em dizanin ku Tirk gelek qezenc jî Kurdîstan’a Başur dikin.Gerdûn rastî ya Kurdîstan’a Başur pejirandiye. Wezîré Kare Derve yé İran û Tirk, Kurdîstan’a me dîtine ku 21 welatén xerîb wek 850 pardarîyén xwe vekirine. Tev pardarîyén xerib bi aramî welaté me de xebat dikin û qezencé mezin digrin dest. Ev ger ji bo Parlamana Herema Kurdîstan ger jî bo welaté me péşketinék mezine. HHK bi dil û can tev alîkarî piştgirî dide pardarî yan ku alîkarî ser de digîj gelhé me yé Kurd. Tev xebat û hewl ji bo péşketin û aramî ya welaté me Kurdîstan’e. Em partîyék Kurdin û wek Kurdîstan’a serbixwe ji bo Kurdén parçeydin jî xebat dikin. Serok Barzanî ji Tirkîya çû Îran. Ji Hukumeta Îran’é, xweşnedûya xwe ji bo Kurdén ku ji zorbazî ya Saddam’de revîya bû û wan derî yé xwe li Kurda vekiri bû péşkeş kir. Her weha mafén Kurdén Îran’é jî bi zimanék siyasî hanît ziman.

Solîn Hacador: Gor HHK’é, gelhé Başuré Kurdîstan’é 4 mîlyoné. Gelhé karmend 1,1 mîlyone. Em dibînin ku gelhék mezin (% 56) ji bo hûkûmeté dixebite. Ev, 3 car beramberé welatén péşketî ye (li înglîstan’é ev % 20’e).Gor we bo çi gelek karbendé hûkûmeté heye?

Seyid Mihemmad Barzanî:
Em welaték nu, 10-20 sale bi îmankén kém hatine ser linge xwe. Welatén péşketî wek İnglîstan peşketî sîstematîk dixebitin û ev gelek normale ku gelhé xebatkar jî zidebe. Ji bo me demék péwîste ku ewé rewşa xebatkarén me jî péşkeve. Ez bawerim ewé tev kemasî û pirgirékén me yé xebatkarî yé béçareser kirin. HHK, ji bo kesén xizan piştgirîyék wek 5.000$-20.000$ dide.

Solîn Hacador:
Gor we di nav jiyan, siyaset û bezîrganî ya Başuré Kurdîstan’é de rewşa jina Kurd çewaye?

Seyid Mihemmad Barzanî: Rewşa jina Kurd li Kurdîstan’a Başur başe û baştir jî dibe. Jin û mér li komelga yé Kurd de wekhevin. Li Parlamana Herema Kurdîstan’de 25% kurdî jé jina ye. Ev té nimune kirin ku hîzba me Partî Demokratî Kurdîstan gor dozén xwe endamé jin nav me de hebin. Her weha li Kurdîstan’a Başur mafén jina bi dozé hatiye parastin. Gor ev dozén me zordarî ango tundî dijé jina qedexe ye. Her weha zewaca 2 yemîn jî qedexe ye. Em zanin ku mafén fire di jiyana Kurdîstan’a Başur de té karhanîn. Alîyé din de jî jin wek karger, xebatkar, zanyar, pewendî û hézén ewleyiyé de ciyé xwe digrin. Em dikarin nav rewşa jiyané de wek nexweşxane, pirtûkxane û zanîngeha de xebatkarén jin bibînin. Tev jî bi rewşék azad dixebitin. Lé em azadî ya jina ku nav cevata me de heye, li cevata Erebén Iraqé tûneye.

Solîn Hacador: Té dîtin ku Kurdîstan ji petrola xwe qezencék zedé nabîne. % 17 ji Kurda re dikeve, % 83 jî Iraq’é re dikeve. Kurd ji petrola xwe mafén xwe yé rastî nagrin lé jiyan berdewam dike. Ji bo jiyanék baştir xebatén gelek mezin tén péşkeş kirin. Lé peymanén petrolé bi pardarîyén bandor yén gerdûné re nehatiye çékirin. Ev péşerojé de dikare li ser aborî ya Kurdîstan’é bandorék xerab çéke. Li ser ev ramamén we çewaye?

Seyid Mihemmad Barzanî: Bi aramî û ewleyî ya Kurdîstan’é gelek balkéşa pardarîyén navnatewî jî kişand û bi tirî li ser petrola Kurdîstan’é ciyé xwe girtin. Té xwîyandin ku kargerî ya Herema Kurdîstan’é bibéş ji pardarîyén xerîb nastîne. Bi evre 10 sal ciyawazî ya bibéş û bacgeh hat sewgirandin. Pardar dikarin  qezencé xwe bépirsgirék derxin derva yé welat, ax bistînin. Ev zagona lîberal û piştgiré pardaré ne. Em xwedî yé neft û petrolin. Ku welaté me dikare tev pédivî ya petrola Ewropa bike. HHK heta sala 2014’a gor peymanén bezîranî ewé 3 milyon bermil neft û petrol bidin.

Solîn HACADOR: Hûkûmeta Herema Kurdîstan’é weynék mezin di dîplomasî ya gerdûné de dilîze. Ev ji bo péşketin, tekîlîyén siyasî û aborî gelek girînge. Merov bi ev gelek serbilind û rûmetdar dibe. Çi dilxweşîyéke ku Kurd mafén xwe yé navnetewî biparézin, xwûrt bikin. Lé tekîlî yé HHK’é xemgînim ku bi Hîspanyé re gelek hindike. Gelék gelhén Hîspanî difikrin ku Kurd, Erebin. Em Kurd ku ji destén Ereba gelek çişandiyé, hatiné komkujîn (Komkuji ya Halepçe), Ereb tén naskirin! Ger li ser çanda Kurd û Kurdîstan’é xebat wek; gohartina çandî, turîzmî û pewendî nabera Hîspanya û Kurdîstan çébe. Hûkûmeta Herema Kurdîstan’é û medya Kurd ger weyna xwe xwûrt bilîze. Dema turîsma Kurdîstan’é péşkeve, riya aborî ya xeyné petrolé jî vedibe. Ev ji bo tekîlîyén siyasî û aborîya Kurdîstan’é bi welatén Ewropî re girînge ku yek bi yék derî yé dewletén Ewropî xin. Belé, gelek tekîlî hene, em bi ev agahdarin. Lé ji bo welaték bindest girînge ku 100 car ji welatén din zédetir be.

Seyid Mihemmad Barzanî:
Bo eve ku em ger tekîlîyén xwe bi tev Ewropa wek welaté  Hîspanya xwûrttir bikin. Digel Hukumetén Herema Bask û Katalunya tekîlî deynin. Ji bo xwurtbûna Hukumeta Herema Kurdîstan’é em ger bi welatén din ji bo xwe nimune bigrin. Em li nav jiyan û siyaseta Iraq’é de mafdaré dengé gelhé Kurd û Kurdîstan’é ne. Li Hewlér 19 konsulxana welatén xerîb hene. Lé em federalin û karén derveyé Hukumet’a Iraq’é destén me de nine. Her çiqas rewş ewa be jî Serokwezîré Erden serdanî li Kurdîstan’é kir. Ew tekîlî bi Bexda’re nekir, bimere kir. Ew, tekîlî bi Bexda re napejirînin.

Solîn HACADOR: Biréz Seyîd Mihemmad Barzanî, em sernavé gelhé Kurd, birézén xwe spasîyén xwe yé mezin ji bo kedén we û ji bo kedén teva ku gîştî ye azadî ya Kurdîstan’a Başur péşkeş dikin. Her weha Kurdîstanék; aramî, siyasî, aborî, pewendî, serkeftî û péşketinén xwûrttir hévî dikin.


Hevpeyvîn :Solîn HACADOR

Back to top button