Dosya

Komeleyeke çalak û serokekî zîrek

Bajarê Agiriyê, navê xwe ji çiyayê bi şan û şeref wergitiye. Dema ku vî çiyayî xwe bi êtûnê daye vejandin û pêlîdana guriya agirê xwe li herêmê daye belavkirin, hingê Kurdan jî navê vî bajarê xwe ji wî agirê gur girtiye.

Bêguman ew çiya jî û ev bajar jî, mazûrvaniya pir tiştên hêja û yên kurdewariyê kirine. Herweha xwe kirine wargeha vêje, çand, tore û hêlîna azadiyê. Ji ber hindê dema Agirî tê gotin, di serê pêşî de gorbihişt Ehmedê Xanî, piştre Qesra Îshaq Paşa, pîrê dengbêjan Evdalê Zeynikê, Îhsan Nûrî Paşa, Xelîfe Ûsiv û bi sedan zatên wisa yên ku navê xwe di mêjû de bi avzêrê dane nivîsandin têne hişê mirov.

Dema komeleya bajarê Agiriyê jî hatiye avakirin, bi xûta ku wê xwedîtîyeke çalak li dîtin û ramanên pîrê vêjeya kurdî nemir Ehmedê Xanê bike û jê re bingehekê amade bike ku bi fermîbûneke wisan êdî kes behsa qedexetiya li ser ziman û çanda wî neke. Helbet ev jî bi serokekî zîrek û komîteyeke fedekar çêdibe. Ha bi vê daxwaz û vînê, belkî jî bi humet û bereketa Xaniyê gorbihişt bûbe, komele di sala 2007an de bi navê Komeleya Agiriyê ya Çand û Hunerê ava bûye.

Di radeya yekemîn de ew Komele bi zîrektiya Mihemed Îzcî çêbûye. Eger em vegerin ser jiyana Îzcî, dikarim weha bêjim: Sal 1972, Mihemed li gundê Aliksanê (Aleksander Jaba) hatiye dinyayê. Bavê wî Fexredîn kurê Hecî Ebdulahê kurê Mele Hesen ê kurê Xelîfe Hebîb e. Xelîfe jî kurê Mele Huseynê kurê mele Hebîb e. Dayika wî Besra jî keça mele Xalid ê kurmamê bavê wî ye. Ev famîle ji eşîra Pinyanişê ye û digîje binemala Ehmedê Xanî ku ji hêla Hekariyê hatiye herêma Agiriyê.

Mihemed Izcî piştî hatina ji leşkeriyê, jiyana xwe di karê bazirganiyê de domandiye. Lê ji ber ku ew hem ji binemala Xaniyê nemir e û hem jî bîrewerekî çîlak bûye, xwestiye ku komeleyekê ava bike û li ser ziman, çand û ferhenga bapîrê xwe Ehmedê Xanî bidomîne.

Piştî avakirina Komeleya Agiriyê, Mihemed Îzcî wek serokê wê domandiye û gelek kesên xuyanî yên ji Agiriyê jî bûne endam û di bingeha Komeleyê de komîteyek bi navê ”Komîteya Aştiyê” jî daye avakirin da gelş, sergêjî dijminatiya di nava xelkê herêmê de berteref bike. Ev komîte ji 26 kesên xuyanî yên Agiriyê, xasma ji her eşîrekê rîspiyek hatiye hilbijartin û xebata xwe ya aştiyê didomîne. Heta niha vê komîteyê 106 dozên girîng ên di nava xelkê de bi aştiyane çareser kiriye û bûye asteng ji gelek rûdanên ku li ser teqandinê bûne jî, bi aştî ji holê rakiriye.

Çendî ku her sê sal carekê kongreya komeleyê çêdibe jî, lê ji ber zîrektî û fedekariya Mihemed Îzcî, serokatiya Komelê her jê re rewa tê dîtin.

Komeleya Agiriyê, bêrawestin li xebata xwe her berdewam e. Ji bilî Komîteya Aştiyê, komele hertim civînên taybet jî çêdike û têkelî bi saziyên sivîl ên herêmî re danîte. Herweha her salê carekê civîneke taybet li ser babetekî taybet dike û gelek kesên zana, rewşenbîr, xuyaniyên herêmê vedixwîne Agiriyê û çalakiyên çandî dide kirin.

 

Sal 2008, konferansek bi navê Ehmedê Xanî lidar xistiye û gelek saziyên sivîl û fermî vexwendiye Agiriyê. Cara yekem bûye ku Komeleya Agiriyê li herêma Agiriyê navê Ehmedê Xanî bi tîpên kurdî wek EHMEDÊ XANÎ pêşkêşê Wezareta Rewşenbîrî ya Tirkiyê kiriye û pê daye pejirandin.

Herweha berî hilbijartina 2011an, serokê Komeleyê Mihemed Îzcî bi riya parlemanên Agiriyê, şexsiyet û çand û nijadmendiya Ehmedê Xanî gehandiye Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoganî. Pişre jî gava Erdogan li televizyonekê bi awayê zindî peyivîye, behsa Ehmedê Xanî û çanda wî jî kiriye.

Her di wê demê de gava serokwezîr hatiye Agiriyê jî, Mihemed Îzcî xwe gehandiyê û pirtûka Xanî Nûbihara Biçûnak û wê pirtûka ku komelê li ser Ehmedê Xanî weşandibû diyarî danê û jê re behsa Nûbiharê kiriye ku ev 300 sal in di Medreseyên Kurdan de bi dersîtî hatiye xwendin û divê ku ziman û çanda Xanî bi awayekî serbest bête bikaranîn. Jê xwestiye ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî jî bêtin rakirin.

Demekê gava Wezîrê Rewşenbîrî Ertugrul Gunay jî hatiye serdana Gora Ehmedê Xanî û li Qesra Îshaq Paşa geriyaye, dîsa serokê komeleyê Mihemed û cigirê xwe Silhedîn çûne ba wezîr û hin diyarî danê, jê re behsa Ehmedê Xanî û zimanê wî kirine.

Ha wisa ev komele her ku diçe, pêşiya wê vedibe û bi himeta Xaniyê nemir kar û xebata wê berfireh dibe û hem li nava Tirkiyê hem jî li nava Kurdistanê tê naskirin û desteka jê re zêdetir dibe.

Komele niha giranîya xwe dide ser Pêvajoya Aştiyê ku niha di rojeva Tirkiye û Kurdistanê de ye. Serokê komelê Mihemed dibêje ku eger ev pêvajo neçe serî, wê rewş pir xirab bibe. Herweha Komele dibêje herdu aliyan jî, divê ku ew bi rastî li pêvajoyê berdewam bin, hev semax bikin û çareseriyê bipejirînin.

Komeleya Agiriyê, çewa ku têkeliya xwe bi awayekî xurt bi sazî û komeleyên Serhedê re dide domandin, herweha di şîn û şahiyên xelkê Agiriyê de jî beşdar dibe.

Peyama Serokê Komelê ya dawîn ev e:

1-    Hêvîdar im ku her kes yekîtiya Kurdan û Pêvajoya Aştiyê biparêze.

2-    Hêvîdar im ku dewlet jî, madem ku dibêje Kurd û Tirk bira ne, bila mafê biratiyê bide Kurdan.

3-    Hêvîdar im ku dewlet zanîngehekê bi navê Ehmedê Xanî jî li herêmê ava bike.

4-    Hêvîdar im ku dewlet kesên ku xizneya çanda kurdî ne, yên weke Evdalê Xeynikê û yên wisa jî biparêze.

5-    Hêvîdar im ku dewlet pêşiya civakên sivîl jî veke.

Em jî serkeftin ji bo Komeleya Agiriyî û serokê wê Mihemed Îzcî dixwazin…

Gundê Çirçirkê 27/ 08/ 2013

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

 

Back to top button