Nivîsar

PKK PYD û rastiyek

PYD, PKK ye û PKK, PYD ye. PKK karî gelo ҫareseriyekê ji bo Bakûr bibîne? Ev rengên tevgeran dikarin bi hezaran heta bi milyonan mirov li meydanan kom bikin, dikarin bi milyonan pere kom bikin, dikarin bi dehan “rewşenbîr“ li derdora xwe kom bikin û bi riya wan û dezgehên xwe yên ҫapemeniyê sibê, nîvro û êvaran propogandeyeke bêdawî bikin.

Lê ҫiqas dikarin siyasetê bikin? Di van rojên borî de hêlehêl, qîreqîr û hawar hawara PKK û PYD ne.

Bombebaraneke propogandayê serê me xwar. Bi dehan wêne ji komkujiyên Banyasê, Saxor li Helebê, vîdeoyên ku tê de Al-Qaide li Îraqê 3 mirovên Homosexuel dişewitîne mîna komkujiyên li hember kurdên Rojava didin nîşandan.

Vê yekê jî weke kampanya ji bo Rojava didin meşandin. Me rezîl û riswa dikin. Bangê li pey bangê dikin ji bo leşkerên nû tevlî PYD bibin, lê qebûl nakin 3 hezar leşker û serbazên ji Rojava ku li Başûr xweş hatîne perwerdekirin derbas bibin û welatê xwe biparêzin.
 
Rewşînbîrên dûrist nikarin gotinekê li hember vê siyasetê bêjin. Gava rexnekê dikin, hema wan mîna xayîn û xwefiroş didin nîşandan. Gelo ҫi cudabûn di navbera vê nêzîkbûnê û “tekfîrtiya” hêzên îslamîst de heye? Ger tu ne ji min î, tu dijminê min î. Felsefe ev e. Li gorî wan ew ne welatparêz e yê siyasetên wan napejirîne. Mûhra welatparêziyê û xiyanetê di destê wan de ye.

Divê mirov ji bîr neke komkujiyên herî mezin di dîroka mirovahiyê de bi navê welat û welatparêziyê hatine kirin. PKK jî û PYD jî tim dibêjin: “piraniya miletê kurd bi me re ye, hûn kî ne? Em bi sed hezaran bi milyonan milet radikin li ser piyan”. Tu bi sedhezaran milet rakî li ser piyan jî nayê wê watê ku tu siyaseteke rast birêve dibî. Ka binêrin li Misrê Îxwan al-Mûslimîn bi sedhezaran mirov dadixînin kolanan, lê siyaseta wan tenê Misrê wêran dike, siyaseta wan Misrê sedsalan şûn ve dibe.

Kesekî di dîroka mirovahiyê de ji Hîtler pirtir însan tevger nekirine, kesekî weke wî mekanîzmên propogandayê yên şaş bikar neanîne, kesekî weke wî bi propogandayên ku hestên însanan êxsîr digirtin bikar neaniye. Lê kesekî weke wî ziyan nedaye mirovahiyê. Kesekî weke wî ziyan nedaye gelê Almanyayê, yê ku li pey wî weke Koran diҫû û tenê digot “Heil Führer”- Sehet be Rêber.

Siyaseta “ ez û ne kesekî din” tenê felaketan bi xwe re tîne. Ev ne tişteke nû ye. Ev siyaseta hemû rejîmên li heremê bû ev 40 sal in. Ji xwe pkk (pyd) jî di dema wan rejîman de hatiye holê û xwedî heman ҫandê ye. Kêşeya me ya mezin bi mentalîta “eqliyeta” pyd re ye. Mentalîta ku xwepêşanvanan li Amûdê bikuje û kujeran himbêz bike. Mentalîta ku guleyan berde demokrasiyetê û sibê û êvaran bi navê demokrasiyetê sond bixwe.

 Ger kujerên bûyera li Amûdê serbest bin, demekî zagon di hundir de ne, yanî girtî ne. Dera tê de zagon girtî bin yanî êxsîr bin, li wir mirov nikare behsa dewleta medenî bike. Ez dîsa dibêjim mûrîdên siyasî nikarin avahiya demokrasiyetê lê bikin, nikarin welatan ava bikin, tenê dikarin dîwarên kelhên koledariyê bilindtir bikin.

 Ti cudabûn di navbera mûrîdên li meydana Rabyaa al-Adawiye û mûrîdên li kolanên Amûdê xwepêşanvanan dikujin tune ne. Mûrîdên bi Remote Controle-komanda ji dûr- têne birêvebirin dikarin welat û gel jib o xatirê mezinên xwe di buhna barûdê de bifetisînin.

Akif Hasan/Avesta

Back to top button