Cîhan

Şandeya Kurdistanê li Îrlandaya Bakur

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îrlandaya Bakur de, şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, digel Arlien Foster wezîra bazirganiyê a hikûmeta Îrlandaya Bakur civiya û behsa mekanîzma cîbicîkirina peyama lihevtêgehiştinê ku, berî nuha di navbera Kurdistan û Îrlandayê de hatibû îmza kirin, kir.

Wezîra Îrlandayê kêfxweşiya xwe li hemebr serdana şandeya herêma Kurdistanê bo wî welatî nîşan da û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de û pabendbûna Îrlandayê bi naveroka peymana lihevtêgihiştinê kir.

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi peymana lihevtêgihiştinê pabend e û dixwaze têkeliyên xwe zêldetir di hemû waran de bi Îrlandayê re xurt û berfireh bike û got: ”Me bawerî bi dostaniya hevbeş a digel gelê îrlandayî heye.”

Mistefa got ku, ew dixwaz in digel Îrlandayê di warên çandinî, pîşesazî û tûrîzmê de ku, hikûmeta Kurdistanê ew sektor weke sektorên pêşîne di karnameya xwe de destnîşan kirine, hevkarî û hevahengiyê bikin.

Arlen Foster wezîra bazirganiyê got ku, ji bona ku, Kurdistan û Îrlanda bi hev re karên hevbeş bikin û peymana lihevtêgihiştinê piraktîze bikin, derfetên baş û minasib hene.

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser hevkariya navbera her du aliyan de kir û wezîra bazirganyê ya hikûmeta Îrlandasya Bakur bo Kurdistanê vexwand.

Weke tê zanîn di civînê de, Beyan Samî nûnera hikûmeta Kurdistanê li Brîtaniyayê û hijmareke şîretmend û berprisên wezaretên herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button